Zêdetirî 500 malbatên din vedigerin Serêkaniyê

Di çarçoveya bernameya vegera koçberan a bo warên wan de, karwanê 3yemîn ê ji zêdetirî 500 malbatên şêniyên Serêkaniyê pêk tê, ji Kampa Waşûkanî û dibistanan ber bi gund û bajarokên başûrê Serêkaniyê ve bi rê ket.

•
1 deqe xwendin
Zêdetirî 500 malbatên din vedigerin Serêkaniyê

Pêvajoya vegera xelkê koçberbûyî yê Serêkaniyê ya bo ser cih û warên wan bi gavên nû dewam dike. Di van kêliyan de karwanê 3yemîn ê koçberên Serêkaniyê ji bo vegera li ser malên xwe ber bi gundewarên bajêr ve bi rê ket.

Zêdetirî 500 malbat vedigerin ser malên xwe

Li gorî agahiyan, ev karwan ji zêdetirî 500 malbatên ku berê ji ber şert û mercên dagirkeriyê neçar mabûn li Kampa Waşûkanî û avahiyên dibistanan bi cih bibin, pêk tê. Tê payîn ku ev malbat li hejmarek gund û bajarokên li başûrê bajarê Serêkaniyê bi cih bibin.

Pêvajoya vegerê berfireh dibe

Koçberên ku bi salan e di bin şert û mercên zehmet ên kon û stargehan de li ber xwe didan, bi kelecaneke mezin vedigerin gundên xwe. Di çarçoveya heman pêvajoyê de beriya niha jî di 8ê Îlonê de karwanê duyemîn ku ji 700 malbatan pêk dihat ber bi herêmê ve bi rê ketibû. Hat diyarkirin ku ji bo vegera tevahiya malbatên koçber amadehî û hewldan dewam dikin.