Zarok bi mîhrîcana Tetwanê kêfxweş bûn

Mihrîcana ku Şaredariya Tetwanê bi dirûşma “Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene” li dar dixe, bi atolyeyên Gerok Mayê yên ji bo zarokan berdewam kir.

•
1 deqe xwendin
Zarok bi mîhrîcana Tetwanê kêfxweş bûn

58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê ku bi dirûşma ‘’Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene’’ tê li darxistin di roja 3yemîn de didome. Mihrîcanê îro bi bernameya Gerok Mayê berdewam kir. Li Taxa Aydinlarê zarok li parka ‘’Baxçeyê Milet’’ kom bûn. Gelek zarok tevlê bûn. Cihê qadê bi wêneyên hunermend ên wekî Hesen Zîrek, Aram Tîgran, Meryemxan hwd. hate xemilandin. Di bernameyê de atolyeya boyaxkirinê, atolyeyeya rîtîm û stranbêjiyê hat li darxistin. Zarok bi coş û kelecaneke mezin tev lli atolyeya bûn û bi van aktîvîteyan kêfxweş bûn.

Piştî atolyeya boyaxkirinê bernameyê bi pêşengiya Kordînatorê MA Muzîkê Şêrko Kanîwar bi lêxistina derbikan û gotina strana berdewam kir. Zarok bi yek ahengê tev li lêxistina derbikan bûn û bi yek dengî stran gotin. Di dawiya stranan de zarok bi lîstoka ‘’perperîkê’’ û ‘’mirîşkê ‘’têra xwe reqisîn.

Herî dawiyê ji bo danasîna hunermendên Kurd yên bi nav û deng, li pêş wêneyên wan stranên wan bi zarokan re hatin gotin. Him hunermendên Kurd ji zarokan re hatin danasîn him jî stranên wan hatin gotin. Piştî stranan pifildank li zarokan hatin belavkirin û bername bi dawî bû.