YE’yê biryar da ku qada hewayî ji  Belarûsê re bigire

Belarusê duh bi behaneya ku bombe tê de heye, balafira ku ji Yewnanistanê diçû Lîtvanyayê bi zorê li Minskê daxist û rojnamegerê muxalif Roman Protasevich xiste bin çavan.

•
1 deqe xwendin

Belarusê duh bi behaneya ku bombe tê de heye, balafira ku ji Yewnanistanê diçû Lîtvanyayê bi zorê li Minskê daxist û rojnamegerê muxalif Roman Protasevich xiste bin çavan. Girtina rojnameger Roman Protasevich a bi vî şêweyî ji alîyê Yekitiya Ewropayê, DYA û NATO’yê hate şermezakirin.

Rayedarekî payebilind ê Yekitiya Ewropayê bûyer wekî ‘revandinê’ binav kir, her wiha Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê jî ev bûyer wekî ‘ çalakiyeke ku mirov behitî dihêle’ bi nav kir.

Têkiladarê mijarê lîderên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê li hev kom bûn û biryar dan ku balafirên Belarûsê nikaribin bikevin qada hewayî ya Ewropayê.

Lîderan bang li rêyên hewayî yên Yekîtiya Ewropayê jî kirin ku li ser qada hewayî ya Belarûsê nefirin. London û Kîevê qada hewayî ya Belarûsê beriya niha xistibû nava lîsteya reş.

Li gorî rêxistina Eurocontolê her hefte nêzî 2 hezar balafir li ser qada hewayî ya Belarûsê ji bo bazirganiyê difirin.

Yekîtiya Ewropayê beriya niha Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko jî di nav de 88 endam û 7 saziyên rejîmê xistibû lîsteya reş.