Xwîna ciwanên kurd ne erzan e!

Li ser rojavayê Kurdistanê gelek polîtîkayên qirêj tên meşandin; ji bo ku ev entegrasyon rast bimeşe û li gor cewhera xwe û xalên wê biçe, lazim e xwîna kurdan nebe amûrê tolhildan û berjewendiyan.

•
1 deqe xwendin
Xwîna ciwanên kurd ne erzan e!

Kurdan li rojavayê Kurdistanê piştî ewqas sal şer û pevçûnan, rûpeleke nû vekir. Piştî daxuyaniya fermandarê HSDê yê li koşka serokatîyê li Şamê û teqezkirina bidawîbûna qonaxa çekdarî li Sûriyeyê, li kêleka ku kurd di beşdarbûna li rûpelekî nû yê avakirina Sûriyeyê de bê şer û pevçûn bi siyaset û diyalogê cih bigirin. 

Peymana 29ê çileyê ku di encama şer û pevçûnên dawî li Dêrhafir, Meskene û Reqqayê de, ku di navbera fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî û serokê hikûmeta veguhêz a Sûrîyeyê Ehmed Şera de hat îmzekirin; girîng bû ku bi vê peymanê şer bi dawî bibe, alozî çareser bibin, koçber li malên xwe vegerin, her wiha dîlgirtî bên berdan û ya herî girîng jî ew bû ku bajarên kurdan taybetmendiyên xwe biparêzin. 

Ev gaveke dîrokî bû di dîroka gelê kurd û Sûriyeyê de, her wiha ev peyman di encama entegreya tevahî sazî û hêzên leşkerî yên di bin sîwana HSDê de bû, ku êdî HSD bibe parçeyek ji artêşa Sûrîyeyê bi awayê lîwayan û her wiha hebûna gelê kurd were misogerkirin.

Lê pratîka van xalên peymanê lawaz ma di gelek mijaran de.

Em bikevin berfirehiya bûyerên li Rojava qewimîn û proseya entegreyê ku hikûmeta Sûriyeyê bi çi awayî nêz bû; hikûmeta Sûrîyeyê ku ji komên çekdar ên HTŞê tên naskirin, piştî hilweşîna rêjîma Baasê hatin ser desthilatdariyê, dîroka van komên çekdar ku bi HTŞê tê naskirin gelek tarî ye û tijî komkujî ye li hember gelê kurd û Sûriyeyê; ku li Îraqê bi zihniyeta îslama radîkal derketin û bi navê Cephet El Nusra derbasî Sûriyeyê bûn û ji bo rewakirina xwe bi gelek fen û xapandinên bi navê îslamê tevgeriyan, heya gihîştin maseya desthilatdariya Sûriyeyê bi navê HTŞê û niha bi hikûmeta Sûriyeyê tên naskirin. Koka wan di vexwarina xwîna kurdan de hat naskirin û di dawiya 2011an de bi serkêşiya Ebû Mihemed El Colanî li Sûriyeyê xwe dan rûniştandin. Gelek caran bi armanca ku ew û DAIŞê hewl dan li hev bikin ji bo dagirkirina axa Sûriyeyê û şerê li hember kurdan lê nebû, ji ber cudahiya girêdana wan a rêxistinî û stratejiya siyasî û meydanî, li ruxmî ku ji heman tovê fikir an îdelojiya nêzî hev ya selefiya cîhadîst bûn lê negihîştin lihevkirinekê.

Li rojavayê Kurdistanê ku di peymana 29ê çileyê û di biryara 13emîn hat teqezkirin ku kurd neteweyeke niştimanî ya Sûrîyeyê ye, li ser parastina taybetmendiyên bajarên kurdan û di misogerkirina hebûna kurdan de li hev kirin çêbûye. Her wiha li ruxmî van hemûyan jî dîsa têrker nebû, ji ber ku pratîka hikûmeta Sûriyeyê ne li gor van biryaran derketiyê ye. 

Yek ji mînakên herî li ber çavan li ser koşka dadê ya li Hesekê bû ku tenê bi zimanê erebî hat nivîsîn û gelek xwepêşandanên gelê kurd li hember çêbûn. Bi vê yekê gelê kurd piştrast kir ku ev hikûmet dîsa wek rêjîma Baasê bi yek alî û yek rengî difikire. Her wiha ji biryara wezareta perwerdeyê ku zimanê kurdî weke zimanekî biyanî lê hat mêzandin û heftê tenê sê saet ders werin dayîn. Ya herî balkêş, bû sedema ku karvedaneke gelek mezin revandin û bi hovane kuştina ciwanê kurd Ş. Sîpan bû. 

Polîtîkayên vî rengî ku ji aliyê hikûmeta Sûrîyeyê pêk tên bi armanca têkbirina ewlehiya herêmên kurdan ku ev herêm li Sûriyeyê di nav ewqas salan de bi aramiya xwe dihatin naskirin, da ku bibe bihane ji hikûmeta Sûrîyeyê re ku endamên xwe derbasî bajarên kurdan bike.

Siyaseta tunekirin, qirkirin û asîmlasyonê li ser gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û tevahî Sûrîyeyê berdewam e, li ruxmî pêvajoya entegrasyonê. Niha DAIŞ di bin navê aştî û entegrasyonê de dixwaze tola xwe ya salan ji kurdan hilîne. 

Siyaseteke gelek hov tê meşandin û xwîna ciwanên kurd tê vexwarin bi taybetî piștî şehadeta ciwanê kurd ango leşkerê kurd Sîpan Hiznî li ji bajarê Hesekê ku şehadeta wî ya bi awayekî hovane bû sedema dengvedaneke mezin. 

Ev kiryarên vê rengî, ne kiryarên kesayetî ne û hikûmeta Sûriyeyê berpirsyara wê ye ger ev kiryar neyên rawestandin, gelê Rojava entegrasyonê qebûl nake û êdî careke din wê şerê nijadî û fitne di navbera kurd û ereban de gur bibe û Sûrîye ber bi şerê navxweyî ve biçe. 

Li ser rojavayê Kurdistanê di bin navê entegrasyonê de gelek polîtîkayên qirêj tên meşandin; ji bo ku ev entegrasyon rast bimeşe û li gor cewhera xwe û xalên wê biçe, lazim e xwîna kurdan nebe amûrê tolhildan û berjewendiyan. 

Ger bi vî rengî rûdanên din biqewimin êdî axa Sûrîyeyê dibe cihê serjêkirin, revandin û bûyerên deryasayî û siberojeke tarî û xeter. 

Ev kiryar pêwîst e bi awayekî asayî dawî li wan were û xwîna ciwanên kurd neyê rijandin û kezeba dayikan neşewite.