Xwezaya Silêmaniyê tê dagirkirin

Desteya Parastina Xweza û Milkê Silêmaniyê ragihand ku ji ber piştgiriya partî û hikûmetê ji bo şîrketan, milkên giştî û şûnwarên dîrokî yên li Silêmaniyê bi berdewamî tên dagirkirin.

•
1 deqe xwendin
Xwezaya Silêmaniyê tê dagirkirin

Desteya Parastina Xweza û Milkê Silêmaniyê, bi beşdariya endamên desteyê û çalakvanan, li Silêmaniyê li dijî dagirkirina milkê giştî civîneke çapemeniyê li dar xist. Endamê Destya Parastina Xweza û Milkê Silêmaniyê Şiwan Mihemed di civîna çapemeniyê de axivî û wiha got; “Ji ber piştgiriya partî û hikûmetê ji şîrketan re, milkê giştî û şûnwarên dîrokî yên Silêmaniyê bi berdewamî tên dagirkirin, daristan tên wêrankirin û milkê nifşên pêşerojê tê talankirin.

Ev binpêkirin li deverên din yên Herêma Kurdistanê jî hene. Divê jîngehparêzên van deveran jî rêxistinan ava bikin da ku di pêşerojê de federasyonek ava bikin ku nûnertiya hemû herêman bike. Ev hejmarek binpêkirinên cidî ne ku li dijî jîngeh û milkê Silêmaniyê hatine kirin;

Yekem: Zerera li Çiyayê Goyje, tevî ku ew deverên parastî ne, berdewamiya projeyên niştecihbûnê li ser vî çiyayî, dayîna destûr ji bo avakirina zêdetirî 10 avahiyan li Chavi Land û xwaringehan li ser vî çiyayî.

Duyem: Wêrankirina herêma geştiyariyê ya Serçinarê, veqetandina erdê geştiyariyê yê Serçnarê ji bo projeyên niştecîhkirinê, di demekê de ku devera geştiyariyê ya Serçinarê ji sedî 37’ê ava vexwarinê ya taxên Silêmaniyê dabîn dike.

Sêyem: Destdanîna ser erdên perwerde û akademiyê, avakirina projeyên bazirganî li ser erdên dibistanê, agahdarkirina Koleja Çandiniyê ji bo valakirin û dagirkirina beşek ji milkê Zanîngeha Silêmaniyê.

Çarem: Newekhevî di dabeşkirina erdê de, erd ji bajêr tê dayîn ji karmendan re, di heman demê de erdên binirx li bajêr û başûrê Silêmaniyê ji hêla rayedar û nivîsgehan ve têne dagirkirin û şaredarî jî li beramberî van kiryaran bêdenge.”

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin ku civînên heftane yên Meclisa Şaredariya Silêmaniyê ji bo çapemeniyê vekirî bin, da ku welatî ji biryar û projeyên têkildarî bajarê xwe agahdar bin.