‘Xwedîderketina li mîrateya Seyît Evran ji bo me berpirsiyarî ye.'

DFGê bi munasebeta salvegera wefata rojnamevan Seyît Evran daxuyanî da û got: ‘Zindî hiştina bîranîna wî, xwedîderketina li mîrateya wî ya rojnamevaniyê û berdewamkirina parastina rastiyê ji bo me berpirsiyarî ye.’

•
1 deqe xwendin
‘Xwedîderketina li mîrateya Seyît Evran ji bo me berpirsiyarî ye.'

Rojnamevan Seyît Evran ê ku li Rojava di 22yê îlona 2023yan de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ve hate bîranîn.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), bi munasebeta salvegera koça dawî ya rojnamevan Seyît Evran (Seyît Mahmut Evran) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Evran di temenê xwe yê 54 saliyê de di 22yê îlona 2023yan de li nexweşxaneyeke Rojava -Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê- ku lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Her wiha hate gotin ku wî jiyana xwe ya rojnamevaniyê diyarî ragihandina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd, bûyerên li Kurdistanê û rastiya gelên herêmê ji bo cîhanê kiriye.

DFGyê, da xuyakirin ku Evran rojnamevanî ne tenê wekî pîşeyekî dît e, wekî amûrekî ji bo diyarkirina rastiya jiyana gelan û şahidiya dîrokê bi nav kiriye. Hate gotin ku Evran bi wêne, nûçe û nirxandinên xwe yên ji herêmên şer mîrateyeke girîng a rojnamevanî û dîrokî li pey xwe hiştiye.

Komeleyê, di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman: “Zindî hiştina bîranîna wî, xwedîderketina li mîrateya wî ya rojnamevaniyê û berdewamkirina parastina rastiyê ji bo me berpirsiyarî ye.”

Derheqê Seyît Evran de

Evran ê ku di sala 1969an de li navçeya Hênê ya Amedê ji dayik bûye, bixwe bû şahidê bûyerên piştî derbeya leşkerî ya 12yê îlonê. Di pêvajoya ku li Zanîngeha Çukurovayê dixwend de nasîna wî ya bi rojnamevan Gurbetellî Ersoz re, di jiyana wî ya rojnamevaniyê de bû xaleke girîng a werçerxînê.

Di dema ku li bajarên Kurdistanê şer, valakirina gundan û cinayetên kiryar nediyar zêde bûn de, Evran di sala 1994an de li rojnameya Ozgur Ulkeyê, dest bi rojnamevaniyê kir.

Evran ê ku di dema bombekirina Navenda Stenbolê û buroyên Enqere û Amedê yên rojnameyê di 3yê çileya 1994an de Berpirsê Karên Nivîsê yê Ozgur Ulkeyê bû, ji êrîşê bêyî ku birîndar bibe xilas bû. Di vê êrîşê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 xebatkar jî birîndar bûn.

Di salên paşê de Evran li herêmên şer ên li Kurdistanê rojnamevanî kir û tecrûbe û şahidiyên xwe di pirtûka xwe ya bi navê Rêwîtiya li Qeraxa Jiyanê (Hayatin Kıyısına Yolculuk) de berhev kir.

Geşedanên li Rojava ji nêz ve dişopand

Evran ê ku li Ermenîstan û Rûsyayê jî rojnamevanî kir, di sala 2012yan de derbasî Rojava bû. Geşedanên li Rojava ji nêz ve şopandin, ji bo ragihandina geşedanên herêmê ji bo raya giştî ya navneteweyî xebitî û li akademiyên çapemeniyê dersên rojnamevaniyê dan.

Evran di sala 2017an de derbasî Herêma Kurdistana Federe bû û piştre dîsa vegeriya Rojava. Tevî ku du caran emeliyata dil derbas kiribû jî, ligel pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê xebatên xwe yên rojnamevaniyê domandin.

Evran di pêvajoya dawî ya jiyana xwe de jî dest ji rojnamevaniyê berneda. Evran ê ku di 22yê îlona 2023yan de koça dawî kir, li pey xwe mîrateyeke rojnamevaniyê ya ji nûçe, wêne, nivîs û şahidiyên ku li ser salên dirêj belav bûne, hişt.