Xwe û taxa xwe biparêzin
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Diyar Togn diyar kir ku îro civak bi pêşengiya ciwanan li dijî tiryak, fihûş û çetebûnê raperînek daye destpêkirin û got: "Em ê bi avakirina komunan bersivê bidin şerê taybet. Her ciwanek li dîjî tiryak û fihûşê xwedî berpirsyariyek e. Êdî dem dema şiyarbûn û misogerkirina azadiyê ye. Ciwan dê xwe û taxên xwe biparêzin.”

Omer Demîr
Dema ku şer tê gotin destpêkê çek tê hişê mirovan. Lê bi pêşketina modernîteya kapîtalîst, dewlet ji bo tevahî beşên civakê bê bandor bike şerê taybet dimeşîne. Bi salan e dewletên serdest ji bo ku civakê ji civakbûnê û kesan jî ji civakê dûr bixin rêbazên cur bi cûr bi kar tînin. Yek ji wan rêbazan maddeyên hişbir in û fihûş e. Di salên dawî de çetebûn jî ket di nav wan rêbazan. Di nav civakê de, ciwan herî zêde di bin bandora tora maddeyên hişbir, fihûş û çetebûnê de ne. Ji ber ku ciwan hêza dînamîk a civakê ne dibin hedef. Li Stenbolê taxên Gulsûyû, Okmeydani û Gaziyê ku herî zêde kurd û kesên çepgir lê dijîn û wisa tên nasîn, bi şerê taybet re rû bi rû ne. Di her kolana van taxan de maddeyên hişbir tên bikaranîn û ciwan tev li çeteyan dibin. Malbat û partiyên siyasî dixwazin li dijî van toran têbikoşin lê rastî mudaxeleya dewletê tên. Dewlet naxwaze ciwan xwe ji van tiştên qirêj rizgar bikin.
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Diyar Togn têkildarî çalakî û xebatên ciwanên li dijî tiryak, fihûş û çetebûnê axivî.
‘Divê ciwan li dijî pergalê baldar bin’
Diyar Togn anî ziman ku polîtîkayên ku bi tiryak, fihûş û çetebûnê dixwazin civakê bê esil bikin taxên kurd û şoreşgeran tê dîtin û wiha berdewam kir: "Taxên Gazî, Okmeydan û Gulsûyû mînakên van polîtîkayan in. Kurd, sosyalîst, şoreşger û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji avabûna van taxan ve li van taxan xwedî hêz in. Gelê kurd ku ji salên 90î ve li dijî polîtîkayên koçberiyê van taxan xwe parastine. Ev parastin parastina 'kom'ê ye. Li van taxan kom bi hêz e, ji bo wê ti hêz nikare komê belav bike. Îro ev kom bi rêbazên bêehlaq ên li dijî civakê tê xwestin bên belavkirin. Modernîteya kapîtalîst ji ber ku li dijî civakê ye, van taxên ku civakbûyîn heye dike armanc. Hate fêmkirin ku bi rêyên fizîkî civakbûyîn nayê xilaskirin. Ji bo vê polîtîkayên psîkolojîk û şer xistin meriyetê. Bi van polîtîkayan ruhê komunal ê civakê û hêza pêşeng a civakê ciwanan dixwazin bê esil bike. Bi taybetî di roja me de mijareke ku divê bala me biçe serê, ew kes in ku ji xwe re dibêjin kurd, sosyalîst û soreşger. Divê ciwan li dijî pergalê baldar bin. Diyar e ku kesên welatparêz ti carê xizmeta polîtîkayên li dijî civakê nakin."
Li dijî şerê taybet çalakî
Diyar Togn destnîşan kir ku ciwan ne tenê pêşeroja civakê ne, di heman demê de diyarkerên îro û siberojê ne û got: "Em dibêjin ciwan pêşeng in, ciwan dema ku li dijî civakê êrişekê dibînin xwe dikin mertal, dibin pêşeng. Ji ber vê yekê, dema jin, ciwan, zarok û tevahî beşên civakê di bin talûkeyê de bin, divê ciwan xwe bi rêxistin bikin. Îro pergal li Tirkiye û Kurdistanê polîtîkayên cuda dimeşîne. Li dijî van polîtîkayan, bersiva me jî dê bi hêz û berfireh be. Îro civak bi pêşengiya ciwanan li dijî tiryak, fihûş û çetebûnê raperînek daye destpêkirin. Li Kurdistanê ji 7 heta 70 saliyan jin kolanên xwe diparêzin, ciwan xwedî taxan derdikevin. Li Stenbolê ku 5-6 milyon kurd lê dijîn, em ê jî bêçare bimînin? Na. Li dijî vê yekê, em ciwanên kurd ên li metropolê dijîn, li dijî şerê taybet bêrawestan di nav çalakî û xebatan de bin. Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, em armanc dikin ku têkoşîna li dijî şerê taybet civakî bikin."
'Taxên xwe biparêzin’
Diyar Togn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku civînên taxan, çalakiyên çand, huner û werzîşê, şahiyên ciwanan, çalakiyên nobedê û atolyeyên hişyarkirinê pêk tînin û wiha got: "Em dixwazin li her taxê komunan ava bikin. Bi vî awayî, em ê bi hev re, bi gelê xwe re taxên xwe ji hemû qirêjiyan paqij bikin. Em bawer dikin ku em ê vê pêvajoyê bi rêya rêxistinkirinê derbas bikin. Ji ber vê yekê, em ê bi avakirina komunan bersivê bidin şerê taybet e. Ji bo vê yekê, li ser milê her ciwanekî berpirsyariyek heye. Êdî dem dema hişyarbûnê û dabînkirina azadiya me ye. Civaka kurd ku bi êrişên fizîkî nehat qedandin, niha bi tiryak, fihûş û çetebûnê tê xwestin were belavkirin. Li ser vê bingehê em peyama ‘malbata xwe biparêzin, cîranên xwe biparêzin, taxên xwe biparêzin’ didin ciwanan."


