Xelkê Qamişloyê li dijî bihabûnê daketin kolanê

Xelkê bajarê Qamişlo û dikandaran li dijî bihabûna kelûpelan û xirabbûna rewşa aborî çalakiyek li dar xist.

•
1 deqe xwendin
Xelkê Qamişloyê li dijî bihabûnê daketin kolanê

Bi dehan şêniyên Qamişlo û dikandaran li dijî bilindbûna bihayên kelûpelan û hilweşîna rewşa jiyanî çalakiyek organîze kir. Çalakî li kolana şaredariyê ya li sûka navendî hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên şermezarkirina bilindkirina bihayan hatin hildan û daxwaza çareseriyên bilez hat kirin. Beşdaran bang li aliyên eleqedar kir ku tev bigerin, sînorekî ji bilindbûna bihayan re deynin û daxwaza welatiyan bibersivînin.