Xefka ji xefkê dijwartir: Şerê taybet
Bêguman gelê kurd li Bakur dema berê xwe dan bajaran tevahiya çanda xwe jî bi xwe re anîn bajaran û vê yekê jî dikir ku dewleta mêtinger berê xwe bide polîtîkayên tundrew ên şerê taybet.

Dema em berê xwe didin têgiha şerê taybet em dibînin ku şerkirina li dijî her tiştî ye. Ji qada polîtîk bigirin heta qadên çand, aborî, leşkerî, civakî hemû di qadraja şerê taybet de ne. Lê em dikarin bibêjin cihê ku Şerê Taybet xwe lê bi cih dike civak û hişmendiya kesan bixwe ye.
Êrişên li ser hişmendiyê
Ji bo hişê civakê bigire û têxe bin kontrola xwe hemû rêyan wek ên xwe dibîne û bi vî awayî êriş dike. Ji dîrokê ve jî dema ku serdestan xwestiye civakê tune bikin an jî bêbandor bikin, pêşî êrişî hişmendiya mirovan û ji wir jî hewl dane tevahiya civakê jixwe re têxin kole.
Dîroka mirovahiyê ya bi hezaran salan jixwe bi mînakên van kiryarên kolekirinê tije ye. Pergala kapîtalîst jî baş dizanî bû ku dema zihn ango ferasetê têxe kole, dê aliyên din tev ji ber xwe ve werin. Jixwe ji ber vê ye ku tevahiya berxwedanên gel ên di dîrokê û îro roj berê xwe didin wê feraseta civakan a ku di bin lîstik û êrişên mêtingeran de xwar bûye.
Şerê taybet bingeha xwe ji ku digre?
‘Her çiqas ku teorî û pratîka şerê taybet piştî şerê cîhanê yê duyem di pêşengtiya DYA û NATOyê de hatibe avakirin jî, bingeha xwe ji serdema zîgûratan werdigire.’ Bi vî şiklî êdî civak tê hepskirin, ji nirxên exlaqî tê dûrxistin û berê kesan dide takekesbûn/ezezokbûnê û mirovan bê îrade dike. Ev dîzaynkirina ku herî zêde piştî şerê cîhanê yê duyem dest pê dike, li hember hemû civakên ku hebûn, xwebûn, nasname, ziman û çand û hunera xwe parastine, kete meriyetê.
Polîtîkayên li ser civaka kurd
Yek ji van civakên ku herî zêde bi qirkirin, komkujî û asîmîlasyoneke bêsînor re rû bi rû maye jî, civaka kurd e. Bi taybetî bi destpêka Têkoşîna Tevgera Azadiyê re, ji bo dewlet pêşî li berxwedanê bigire di destpêka salên nodî de exlebê gundên kurdan vala kirin û berê wan da bajêr û metropolên Bakur û Tirkiyeyê da ku ew girêdana xurt a li nav civakê bi tevahî belav bibe an jî nemîne.
Bêguman gelê kurd li Bakur dema berê xwe dan bajaran tevahiya çanda xwe jî bi xwe re anîn bajaran û vê yekê jî dikir ku dewleta mêtinger berê xwe bide polîtîkayên tundrew ên şerê taybet.
Herî zêde jin û zarok hedef in
Dewleta tirk ji salên nodî ve li ser tevahiya tax, gund, bajar, navçe, heta bi bax, bostan, xwezaya kurdan her cureyê polîtîkayên şerê taybet meşand û hê jî dimeşîne. Polîtîkayên dewletê herî zêde li ser jin, zarok û ciwananên kurd; bi fihûş, hişbir, tundiya unîformayiyan û hwd hê jî tê meşandin. Jixwe cihê stratejiya şerê taybet herî zêde jin û ciwan in. Em dikarin bêjin ku bi destpêka têkoşina azadiyê re dewletê jî her cure kiryarên xwe yên qirêj, dijmirovî ji ajal, xweza, dar, daristan û tevahiya zindiyên li ser axa Kurdistanê dijwartir kirin. Ji herêma Botan, Xerzan, Serhed heta Amed, Mêrdîn û bi dehan cih û warên gelê kurd bi van polîtîkayan hatin tepisandin. Di van salên dawî de jî bi bûyerên qetilkirina jinên wek Gulistan Dokû, Rojîn Kabaîş, Rojwelat Kizmaz û bi dehan bûyerên li Dêrsim, Botan, Serhed, Colemêrg, Wan û hwd têra xwe van kiryarên qirêj yên feraseta mêrperest nîşanî me dide.
Ji taxan heta nava malan
Li bajarên Kurdistanê yên wek Dêrsim, Amed, Wan, Colemerg, Êlih û Şirnexê yanî bi taybetî li bajarên ku herî zêde têkoşîna Tevgera Kurdistanê li gel hemû polîtîkayên koçberiyê lê heye û sal bi sal mezintir dibû; dewletê ji hişbir heta fihûşê bi taybetî li van bajaran bi kesên ku bi taybet tên hazirkirin re têxist meriyetê. Êdî li serê her kolanên Êlih (taxa Cûdî, taxa Koçeran, taxa Koxikan), Amed ( taxa Baxleran, Fîskaya), Wan (taxa Xaçortê), Dêrsimê, li her cihên wek cafe, AVM, bar û hwd hişbir dihat firotin û belavkirin. Her wiha dîsa bi heman polîtîkayan jinên ciwan li ber van cihan ji aliyên unîformayiyan ve hatin xapandin.
Bi van polîtîkayên dewletê yên ku bi salan her ku têkoşîn û berxwedana tevgerê mezin û berbilav dibû, ev polîtîka jî dijwartir dibûn. Gelek jin, ciwan û zarokên malbatên welatparêz bi van polîtîkayan hatin bêhişkirin û ketin xefka van kiryarên dewletê.
Mezinkirina rêxistinkirinê
Bêguman mirov dikare bi dûdirêjî balê bikişîne ser kiryar û polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê û qala gelek sedem û mînakên wan bike. Lê tişta hewce ye di encamê de bêgotin ew e ku divê wek sazî, dezgehên jinan, yên sivîl û tevahiya malbatên kurd zêdetir di ferqa van polîtîkayên ku bi dehan sal in li ser jin, zarok û ciwanên kurd tên meşandin baş pênase bikin û li gor wê dest bi lêgerîna ku dê zarok û derdorên xwe çawa ji vê xefka polîtîkayên dewletê xelas bikin.
Xefka berbiçav
Niha belkî jî di hişê me gelekan de ew fikra ‘jixwe ev nêzî du salan e pêvajoya aştiyê heye û dewlet dev ji van polîtîkayan berdaye’ derbas dibe. Lê yek ji xefka herî mezin jî ev e ku herî zêde di van dem û pêvajoyan de dewlet bi van xwe bi cih dike. Divê sazî û dezgehên jinan, sivîl û hwd rêxistina xwe mezintir bikin û tax bi tax, mal bi mal bi van meseleyan re eleqedar bibin. Bi taybetî li tevahiya taxên her bajar û navçeyên Kurdistanê jin û ciwan birêxistin bikin.
Wek gotina dawî ya vê nivîsê, jin ji bo ku li dijî van polîtîkayên feraseta serdest a mêrperest li dijî manîpulasyon, komplo û şerê taybet li ber xwe bidin, divê xwe û hişmendiya xwe ya civakî xurt bikin.


