Wezîrê Bazirganiyê ragihand: Deriyê Qamişlo û Nisêbînê di dawiya salê de vebibe

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat di daxuyand ku dê heya dawiya salê deriyê sînor ê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de were vekirin.

•
1 deqe xwendin
Wezîrê Bazirganiyê ragihand: Deriyê Qamişlo û Nisêbînê di dawiya salê de vebibe

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat li ser hesaba xwe yê Xê eşkere kir ku dê heya dawiya sala 2026an deriyê sînor ê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de were vekirin. Omer Bolat di parvekirina xwe de destnîşan kir ku di navbera wan û Serokê Saziya Gumrik û Deriyên Dînoran ê Sûriyeyê Kuteybe Ahmed Bedevî de lihevkirinek pêk hatiye.

Hêjayî gotinê ye ku beriya niha jî derbarê vekirina deriyê sînor Nisêbîn û Qamişlo de daxuyanî hatibûn dayîn lê piştre vekirina deriyê sînor hatibû taloqkirin.