Wezareta Enerjiyê: Nêzî çemê Firatê nebin

Wezareta Enerjiyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê welatî hişyar kir û got: “Asta ava çemê Firatê bilind dibe û divê welatî nêzî çem nebin.

•
1 deqe xwendin
Wezareta Enerjiyê: Nêzî çemê Firatê nebin

Wezareta Enerjiyê ya hikumeta demkî ya Sûriyê bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe weşandiye, ragihand ku asta ava çemê Firatê bilind bibe û şêniyên Reqa û Dêrazorê şiyar kir ku bi taybetî nêzî çem nebin û avjeniyê nekin. Wezaretê diyar kir ku Saziya Giştî ya Bendava Firatê dê ji sibe (15 Tebax) ve rêjeya berdana ava bendava Kedîranê ji 600 mîtrekab di saniyekê de bighîne 800 mîtreyê li gorî daneyên avê, xebitandin û çavdêriya li herkîna çem.

Li gorî wezaretê, ev tedbîr ji ber bilindbûna domdar a rêjeya ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine girtin. Wezaretê destnîşan kir ku ji nêzî 10 rojan ve ava çem ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê berdan 1200 mître di saniyekê de derbas kiriye û dibe ku heya dawiya vê mehê asta avê bilindtir bibe.

Wezaretê diyar kir ku xebatkarên Saziya Giştî ya Bendava Firatê bê navber asta avê dişopîne û tedbîrên pêwîst ên xebitandinê digire da ku silametiya tesîsan û welatiyan mîsoger bike û ewlehiya herîka ava çemê Firatê biparêze.