Welatiyên Kabê li dijî hişbirê civîyan

Welatiyên gundê Kabê di çarçoveya banga “Rabin” de li dijî hişbir û fihûşê civîyan.

•
1 deqe xwendin
Welatiyên Kabê li dijî hişbirê civîyan

Platforma Şiyar Be, di çarçoveya “Rabîn” de li gundê Kabê yê navçeya Sûrê ya Amedê bi dirûşma “Li taxa xwe xwedî derkeve, Ji tiryakê re na” civîna gel li dar xist. Hevberdevkên platformê Gulşen Demîr û Murat Kan, Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan wek axavtvan tevlî civînê bûn. Welatiyên taxê eleqeyek zêde nîşan dan. 

Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan anî ziman ku di perspektîfa wan de jiyaneke demokratîk û komunal heye û got: “Ev jiyana komunal pêwîst e ku her kes bi cîranê xwe re, bi hevalên xwe yên kar re an jî li taxa xwe, li kûçeya xwe komunekê ava bike. Li vir dema rêxistinbûyîn, hevgirtin, jiyaneke komûn hebe, ew ê bi xwe re demokrasî, wekhevî û jiyaneke azad bîne. Wekî şaredarî li dijî tiryakê çi bikeve ser milê me, em amade ne.” 

 ‘Em dibêjin RABIN’
Gulşen Demîr jî diyar kir ku hişbir, tiryak û fihûş li vî welatî gelek tiştên qirêj in û got: “Em wekî partî, saziyên demokratîk, tevgerên jinên azad û kes, me xwest êdî dengê xwe bilind bikin. Di nîsana 2025an de, me deklarasyona xwe aşkere kir. Ji wê rojê heta niha me xwest li tax, gund, navçe û bajaran, civakê şiyar bikin. Me xwest em zarokên xwe ji vê qirêjiyê biparêzin. Eger îro jin, ciwan pêşengtiya vê meseleyê nekin û destê hevdu negirin, mixabin em ser nakevin. Divê em bi hevre dest bidin hev û bi hevre RABIN.” 

Murat Kan jî destnîşan kir ku di salên dawî de li bajarên wekî Amed, Elih, Mêrdîn, Wan, Şirnex û bajêrên din hişbir û qumar pir zêde bûye û got: “Gelê kurd bi salan e di şer de bû. Lê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewldana ku pêvajoyê ji şer derbasî aştiyê bike zêde bû. Platforma Şiyar Be ev xebat wek parastineke civakî daye destpêkirin. Armanca me ew e ku em parastina xweser pêş bixin. 

Ciwanên Kuçe Amedê çalakiya Batikentê bi dawî kirin

Rêxistina Ciwanên Kuçe Amedê ku di 4ê Tebaxê de bi dirûşma “Li vir im nobedar im” li Batikentê Rezan a Amedê dest bi nobetê kiribûn, dawî li çalakiya xwe anîn.