Wanî cangoriyên xwe bi bîr tînin

Şîna cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Eywana Konferansê ya Mardan a navçeya Artemêtan a Wanê dest pê kir.

•
1 deqe xwendin
Wanî cangoriyên xwe bi bîr tînin

Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Wanê, ji bo cangoriyên endamên Tevgera Azadiyê Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Artemêtanê ya Wanê, şîn hat danîn. Li eywanê wêneyên cangoriyên jiyana xwe ji dest dane hatin danîn û pankartên ‘Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin’, ‘Şehîd ronahiya rêya me ne’, ‘Şehîd namirin’ hwd. hatin daliqandin. Malbaten cangoriyan, parlamenterên DEM Partiyê endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl tev li şînê bûn.

Malbatên cangoriyan bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ hatin cîhê şînê û bi xem û serbilandahî kesên tên şînê pêşwazî dikin.

Şîn bi serdanên girseyî didome.