Waliyê Hesekê bi rûspiyên herêmê re civiya

Waliyê Hesekê bi rûspiyên eşîran re rewşa heyî, daxwazên welatiyan û girîngiya xurtkirina aştiya navxweyî nîqaş kirin.

•
1 deqe xwendin
Waliyê Hesekê bi rûspiyên herêmê re civiya

Waliyê Parêzgeha Hesekê Nûreddîn Ehmed li avahiya parêzgehê, pêşwazî li rûspiyên eşîran kir. Di civînê de cîgirê walî Ehmed El Hîlalî û rêvebirê gerînendeteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê herêma Hesekê Mehmûd El Elîş amade bûn. Di civînê de têkildarî rewşa heyî nêrîn hatin parvekirin. Walî li daxwaz û pêdiviyên welatiyan guhdarî kir. Di civînê de ji bo xurtkirina hevkariyê û xizmetkirina hemû gelê parêzgehê, girîngiya xurtkirina aştiya navxweyî û têkiliya rasterast bi aliyên civakî re hat destnîşankirin. Piştî civînê rûspiyên eşîran û kesayetiyên civakî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de girîngiya xurtkirina aştiya navxweyî û piştgiriya hewldanên bicihanîna daxwazên welatiyan hat vegotin.