Veysî Aktaş: Entegrasyona demokratîk dewletê biçûk dike, civakê mezin dike
Endamê Sekreteriya Îmraliyê Veysî Aktaş peyameke bi dîmen ji Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê re şand û got: "Entegrasyona demokratîk ji bo êzidiyan meşeke dirêj û bi israr e ku dewletê biçûk dike û civakê mezin dike; bîra qirkirinê vediguherîne avakariya siyasî. Meclîs divê hêzên parastina cewherî bi perspektîfa neteweya demokratîk kordîne bike."

Endamê Sekreteriya Îmraliyê Veysî Aktaş peyameke bi dîmen ji Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê re şand. Di destpêka peyama xwe de konferans silav kir û cangoriyên fermanê bi bîr anî.
Endamê Sekreterya Îmraliyê Veysî Aktaş got: "Civaka êzidî îro daxwaza hebûneke bi nasnameya xwe dike. Ev daxwaz di heman demê de daxwaza tevahiya gelan e; bi taybetî ya gelên ku dixwazin di nav aştî û aramiyê de bijîn. Divê bê zanîn ku paşeroja gel û baweriyan bi serketina hewldanên ji bo entegrasyona demokratîk pêkan e. Qirkirin û travmayên dîrokî yên ku pê re rû bi rû mane, ji bo entegrasyona demokratîk zemîneke girîng amade dikin. Entegrebûna vê nasnameyê li Iraqê li ser bingeheke demokratîk gaveke girîng û mezin e. Îro mesele ne tenê bîranîna êşên raboriyê ye, lê belê di çarçoveya demokratîk de ji nû ve avakirina paşerojeke demokratîk e."
Di dewama peyamê de Veysî Aktaş anî ziman ku armanca entegrasyona demokratîk ew e ku kom û nasnameyên cuda bi reng û reseniya xwe bêne naskirin û got: "Entegrasyon ew e ku berxwedana civakî vediguhere hêzeke mayînde ya ku dewletê demokratîk dike. Li ser vê bingehê, entegrasyona demokratîk ji bo êzidiyan ne girêdana bi dewletê re ye; berevajî vê, civakeke ku bi qirkirinê re rû bi rû maye, bi hêza xwe ya cewherî zorê dide dewletê ku avaniyeke hiqûqî, siyasî û peymana civakî ya nû biafirîne. Li Iraqê, ji bo êzidiyan entegrasyona demokratîk hişmendiyên mezhebperest, mêrsalar û netewe-dewletê dişikîne û li şûna wê civakeke demokratîk ava dike.
Edaleta civakî
Ji bo entegrasyona demokratîk divê yasayên hiqûqî bên amadekirin; ji bo êzidiyan ev tê vê wateyê ku Şengal û trajediyên din ên ku di raboriyê de qewimîn, bibin avakarên pergala destûrî ya nû. Ango qirkirin wê bibe xala destpêkê ya hiqûqa nû. Avakirina edaletê şert e; divê qirkirinên li hemberî êzidiyan bên naskirin, kiryar bên darizandin û mekanên bîra civakî bên avakirin. Ji ber vê yekê, ji bo êzidiyan beriya her tiştî edaleta civakî şert e û ev jî tenê bi entegrasyona demokratîk pêkan e. Di vî warî de pêdivî bi perspektîfa neteweya demokratîk û xwerêveberiya cewherî ya êzidiyan heye. Serok Apo dibêje ku azadiya civakî divê li ser bingeha sazîbûna neteweya demokratîk pêk bê; divê civak bi awayekî dînamîk û domdar xwe ava bike. Ji bo entegrasyona demokratîk, pêdivî bi xeta siyaseta demokratîk a ku rêgeza 'kêmtir dewlet, zêdetir civak' esas digire, heye."
Peyama Veysî Aktaş bi vî rengî dewam kir: "Li Şengalê, ku piranî êzidî lê dimînin, avakirina komun, meclîs, kongre û kooperatîfan pir girîng e. Ev sazî divê bibin bingeha rêveberiyekê ku hem bi dewleta navendî ya Iraqê û hem jî bi Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê re bikaribe danûstandinan bike. Dîsa di hiqûqê de divê naskirinek hebe; divê nasnameya êzidiyan, ango pratîkên wan ên olî, çand û rêxistinbûna wan a civakî di çarçoveya maf û azadiyên destûrî de bên parastin û nirxandin.
Di hiqûqa entegrasyona demokratîk de, hebûna koletîf a kom û nasnameyên cuda divê bi awayekî misogerkirî cihê xwe bigire. Pêşniyara destûrî ya ji bo êzidiyan pênaseyeke destûrî ye ku dibêje: 'Civaka êzidî yek ji gelên herî kevnar e; ziman, bawerî, çand û erdnîgariya wan di çarçoveya mafên kolektîf de di bin ewlehiyê de ne'. Li herêmên êzidiyan divê meclîsên xwecihî di polîtîkayên perwerdehiyê, çandê, ewlehiya xwecihî û polîtîkayên azadiya jinan de peywirdarên sereke bin; divê erkê destwerdanê yê dewleta navendî bê sînorkirin. Qedera civakê bi tena serê xwe tenê bi entegrasyona demokratîk ve girêdayî nîne, ya bingehîn hêza civakî û siyasî ye. Li Iraqê lêgerîna demokrasiyê di navbera aliyên desthilatdariyê yên mezhebperest de asê maye.
'Entegrasyona demokratîk ji bo êzidiyan meşeke dirêj e’
Entegrasyona demokratîk ji bo êzidiyan meşeke dirêj û bi israr e ku dewletê biçûk dike û civakê mezin dike; bîra qirkirinê vediguherîne avakariya siyasî. Meclîs divê hêzên parastina cewherî bi perspektîfa neteweya demokratîk koordîne bike; divê ewlehiya civaka êzidî bi vîna meclîsa kolektîf ve girêdayî be. Bi vî awayî têkiliyên bindestî û neçariyê yên ku şert û mercên qirkirinê diafirînin, ji holê radibin. Ev rol wê Şengalê bike qada avakar a konsepta ewlehiya demokratîk a herêmê û qirkirinê vediguherîne parastina cewherî."
Peyama endamê Sekreterya Îmraliyê Veysî Aktaş a ji bo Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" bi vî rengî bi dawî bû: "Gelê me yê qedirbilind, li welatên antîdemokratîk entegrasyona demokratîk rêbazeke berxwedanê ye. Li Iraqê daxwaza êzidiyan a ji bo demokrasî, hiqûq û azadiyê, ne tenê entegrasyoneke demokratîk e, di heman demê de berxwedana li dijî desthilatdariyê ye. Daxwaza demokrasiyê û azadiyê ya gelê êzidî, pusulaya demokratîkbûna Iraqê ye; ew dihêle ku civak di nav sînorên dewletê de bibe xwedî biryar, bê naskirin, parastin û bibe xwedî gotin. Em bawer dikin ku di dema pêşiya me de, ev xeta Serok Apo wê ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî ji bo gelê me yê êzidî bibe çareserî."
Di dawiyê de, li ser navê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş ji bo konferansê û civaka êzidî serketin xwest.


