Veguhastina petrolê ya ji Sûriyeyê bo Iraqê dest pê kir
Ji ber astengiyên li Tengava Hurmuzê, veguhastina petrola Iraqê bi peymaneke sê mehan di ser deriyê sînor ê El-Tanf ê Sûriyeyê re dest pê kir; tê payîn rojane heta 200 tanker petrol bê veguhastin.

Sûriye, ji destpêkirina şerê li Rojhilata Navîn û vir ve di trafîka ragihandina enerjiyê d veguherî rêgeheke girîng a transît. Vê hefteyê jî ji bo Iraqê dest bi veguhestina berhemên petrolê kir.
Li gorî agahiyên ku ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand, Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê di ser Termînala Petrolê ya Banyasê re ya li peravên Derya Spî dest bi şandina berhemên petrolê ji bo Iraqê kir.
Hate ragihandin ku berhemên petrolê ji aliyê şîrketa UCC a Qatarî ve ji çavkaniyên cuda yên navneteweyî hatine kirîn û piştre di ser Sûriyeyê re derbasî Iraqê hatine kirin. Sûriye di berdêla vê de jî heqê transîtê werdigire.
Lihevkirina ji bo sê mehan
Li gorî SANAyê, ji ber astengiya li trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê, ev veguhestin di çarçoveya peymaneke ji sê mehan de hatiye kirin ku dikare bê nûkirin.
Alîkarê serokê şîrketa petrolê ya dewletê ya Sûriyeyê Ahmed Qubbaji anî ziman ku Sûriye di navbera welatên herêmê de ji aliyê veguhestina madeyên xav , enerjî, firotin û barhilgiriyê de rewşa wê ya 'korîdoriyê' xurt bûye.
Veguhestina bi rêya bejahî di ser deriyê sînor ê El-Tanf ve roja Pêncşemê destpê kir ku li başûrrojhilatê welêt e. Destpêkê 57 tanker ji Iraqê re hate şandin û hate ragihandin ku tê payin ev hejmar di demeke kurt de bigihêje 200 tankerî.
Iraq jî ser Sûriyeyê re petrolê difiroşe
Iraqê jî meha Nîsanê beşek ji wê bi rêya tankeran di ser Sûriyeyê re dest bi firotina petrola xav kiribû.


