UNICEF: Zêdeyî 370 milyon zarok mexdûrê destdirêjiyê ne
Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) têkildarî cûreyê tundiyê ku 'di asta metirsîdar de belav bûye' raporeke navneteweyî weşand.

Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) têkildarî cûreyê tundiyê ku 'di asta metirsîdar de belav bûye' raporeke navneteweyî weşand.
Rapor beriya 11'ê Cotmehê Roja Keçan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî hate weşandin.
Li gorî raporê li tevahiya cîhanê destdirêjî û destavêtin li zêdeyî 370 milyon keçan hatiye kirin ku beriya bibin 18 salî. Ev yek jî tê wê wateyê ku her yek ji 8 keç û jinan bûne mexdûrê destdirêjî û destavêtinê.
Bi êrîşên li ser internetê 650 milyon kes mexdûr bûn
UNICEF'ê got, "Eger mirov êrîşên li ser înternetê û devkî jî bixin nav, hingî hejmara keç û jinên li cîhanê bûn mexdûrê destdirêjî û destavêtinê 650 milyon kes e ku tê wateya yek ji pênc kesan."
'Êrîşek li ser wijdanê me yê hevpar e'
Di daxuyaniyê de işaret bi gotinên Dîrektora UNICEF'ê Catherine Russell hate kirin ku got, "Êrîşa destdirêjî û destavêtinê ya li zarokan êrîşek li ser wijdanê me yê hevpar e."
Li gorî raporê li herêma Sahraya Efrîkayê 79 milyon, li Rojhilat û Başûrrojhilatê Asyayê 75 milyon, li Herêmên Navîn û Başûr ên Asyayê 73 milyon, li Ewropa û Bakurê Emerîkayê 68 milyon, li Latîn Emerîka û Karabîkê 45 milyon, li Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn 29 milyon, li herêmên Okyanûsan 6 milyon keç û jin bûn mexdûrê destavêtinê.
Di şer de wekî çekê tê bikaranîn
Li gel şer her wiha krîzên aborî û civakî jî êrîşên li dijî jinan teşwîq dikin. Russell got, "Tundiya zayendî ya civakî û destavêtin bi giranî weke çekekê têne bikaranîn û li herêmên şer lê ne hîn bêrehm tê bikaranîn."


