Û Peyre Tu Tişt Nema!

Piştî teqîna mezin divê biçûk-mezin cur bi cur gerstêrk çêdibin. Hemû zarokên dibistanê jî vê rastiyê dizanin.

•
3 deqe xwendin
•Nivîskarên Mêvan

Piştî teqîna mezin divê biçûk-mezin cur bi cur gerstêrk çêdibin. Hemû zarokên dibistanê jî vê rastiyê dizanin. Wexta roketên atomê cihê xwe ji roketên Bliederê re dihêlin, girseyên mirovan bi awayekî tund ji gerstêrkên xwe difirin li fezayê belav dibin û navekî biriqî lê dikin û jê re dibêjin teqîna mezin. Bi vî awayî jî feza dikeve bin fermana mirovahiyê…

Gelek gerstêrk hene ku ji alıyê hêzên împarator ve hê ji nehatine kifşkirin. Ji bo serweriya împarotoriya mezin û tiwandar (xwedî qudret) hewce ye ku gerstêrkên bi vî awayî bên vedîtin. Çimkî împaratoriya qedirbilind ji kaosê aciz dibe. Gengaz e ku gerstêrkên hê jî nehatine keşfkirin di pêşerojê de ji bo împaratoriyê pirsgirêkan derbixe û wê aciz bike. Ji ber vê yekê jî hewce ye ku hêzên împaratoriyê gerstêrkên bi vî rengî kifş bikin û wan gerstêrkan jî tev li împaratoriyê bikin. Her wiha sefîrê Terranê ku bi dilsoziya xwe tê nasîn bi keştiya xwe ya fezayê dever bi dever digere û herî dawî gerstêrkekê dibîne û ji rayedarê keştiya xwe dixwaze ku keştiyê nizm bike. Lê dinêre ku cotkarekî kal li ser zeviyê dixebite. Sefîr fermana xwe dide û dibêje biçin û wî cotkarî bînin. Leşkerên keştiyê diçin lê dikin nakin cotkar qebûl nake û herî dawî jî dibêje TKXB û pey re leşker diçin vê rewşê ji sefîr re dibêjin. Sefîr jî dibêje dibe ku hûn rastî şerhişkekî hatibin. Û sefîr ji nû ve fermanê dide; tabûrek bila derkeve kifşê û rayedarên vê deverê kê be bînin ba min. Lê wexta ku leşker diçin ba kê nikarin bînin. Li ser navê împaratorê mezin diaxivin nabe, li ser navê sefîr diaxivin nabe. Keştiyeke mezin û qerase hatiye li ser erdê wan sekiniye kes paxa xwe pê nake. Matmayî dimînin lê ji destê wan tiştek naye.

Kurteçîroka Eric Frank Russel a bi navê “ Û Peyre Tu Tişt Nema” an jî “And Then There Were None” ji bo çîrokbêjiya zanista honaksaz mînakek gelek serkeftî ye. Mirov bi kêfxweşî dixwîne û zimanê Eric Frank Russel mirov nawestine. Zimanê Russel îronîk e û zîrektiya wî nîşan dide. Russel îngilîz e û ew bi xwe kolonyalîzmaKeyaniya Yekbûyî ya Brîtanyayê jî baş dinase. Russel di pirtûka xwe ya Û Peyre Tu Tişt Nema de kolonyalîzmê hinekî cuda digire dest. Bûyerekê dihone û mirovahiyê li fezayê belav dike. Împartorî jî dîsa rola xwe ya mêtinger dilîze û hewl dide ku girseyên mirovan ku li kîjan gerstêrkên fezayê belav bûne bîbîne û dîsa wan têxe di bin hukmê mêtingeriya xwe. Pirtûka wan a pîroz heye ku zagonên wan di vê pirtûkê de hatine nivisandin. Weke cîhana me ya îroyîn li vê derê jî mêtinger hem awayê leşkerî hem teknîkî gelek pêş ketine. Hêzên împartoriyê herî dawî gerstêrkek kifş dikin. Lê dikin nakin mirovên vê gerstêrkê ne bi wan re dipeyivin, ne jî bi gotinê wan dikin. Wexta ku leşker mirovên vî welatî didin ber zorê, gel ji leşkeran re dibêjin TLKXB… Hêzên Împarotoriyê di destpêkê de dibêjin qey TLKXB gotineke çort a vê deverê ye. Lê pey re hîn dibin ku mirovên vî welatê azad in û wexta ku kesek ji wan tiştên ku naxwazin bikin bixwaze ji wan re dibêjin “Tu Li Karê Xwe Binêre” an jî “TLKXB”. Hin