Tuncer Bakirhan: Divê di qanûnê de cudahiyên kategorîk tune be

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di 3yemîn Kongreya Asayî ya DEM Partiyê ya Mersînê de anî ziman ku qanûna çarçoveyî ya ku bê Meclisê cudahiyên kategorîk tune be.

•
1 deqe xwendin
Tuncer Bakirhan: Divê di qanûnê de cudahiyên kategorîk tune be

Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê li Kongre Sarayi ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê 3yemîn Kongreya xwe pêk anî. Li gel Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan gelek kes beşdar bûn.  Kongreyê bi hilbijartina dîwanê û merasîma rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokên DEM Partiyê yên Mersînê Bedriye Kuş û Reşat Aşan ewil axivîn. Bedriya Kuş û Reşat Aşan, ji rêveberiya nû re serkerftin xwest.

 Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û got: “Têkoşînek ger raboriya xwe bizanibe û li ser ked û berdêlên raboriyê geş bibe biqîmet û watedar e. Têkoşînek ku raboriya xwe bizanibe û dahatûya xwe li ser vê ava bike, tu zor û zilm nikare wê têk bibe. DEM Partî bi vê kevneşopî û keda raboriyê têkoşîna xwe bi berdêlên îro re kiriye yek û têkoşîna heq, hiqûq, aştî û demokrasiyê dide. Bibîranîna raboriyê û bi zanebûna nirx û raboriyê em dikarin dahatûyek têkoşînê û demokratîk ava bikin. Me di vê çarçoveyê de êşên mezin kişand û berdêlên mezin dan. Rêzdar Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bangek bangek girîng kir. Ew jî Banga Aştî û Civaka Demokratîk bû. Qanûna ku dê bê Meclisê divê cudahiyên kategorîk neke. Divê qanûn ne qanûnek nîvco, tam be. Divê ev qanûn sedemên derketina PKK’ê û pirsgirêka Kurd çareser bike û giştgir be. Herwiha divê ev qanûn mercên rêzdar Ocalan amade bike ku karibe vê pêvajoyê bi rêve bibe. Wek DEM Partî rol û misyona me dê li gorî pêşxistina vê pêvajoyê be. Heta zimanê Kurdan azad be, Kurd di erdnîgariya xwe de û li metropolên lê dijîn azad bijîn em ê daxwazên xwe bînin ziman û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em baş dizanin ku ev qanûn dê daxwazên Kurdan, kedkaran û bindestan dabîn neke lê dê bibe destpêkek, deriyek nû vebike. Ji bo zimanê me, nasnameya me, ji bo edaleta aboriyê û ji bo dahatûya ciwanên me dê deriyek vebike.”

Piştî axaftinan raporên xebat û darayî hatin xwendin. Piştre Eylem Sonuvar û Adnan Şahîn wek Hevserokên DEM Partiyê yên Mersînê hatin hilbijartin.