Tulay Hatîmogullari: Xelasî aştiya navxweyî ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, di kongreya DEMê de axivî û got: “Şerê cîhanê bandorê li Tirkiyeyê jî dike. Di rewşên wisa de xilasiya herî guncav aştiya navxweyî ye. Pirsgirêka Kurd a sed salan ji bo çareser bibe divê ew derfetan baş bikar bînin.”

•
1 deqe xwendin
Tulay Hatîmogullari: Xelasî aştiya navxweyî ye

Kongreya 5emîn a Mezin a Asayî ya DEM Partiyê bi beşdariya gelek kesan destpê kir. Kongreya 5emîn a Mezin a Asayî ya DEM Partiyê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê destpê kir. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Li eywana kongreyê pankarta ‘Jin Jiyan Azadî’ hat daliqandin. Dayikên Aştiyê, Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîstan (SODAP) Kezban Konukçu, Serokê SYKPê Mertcan Tîtîz, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekgirtî Elîf Torun, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena, Berdevka Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de ewilî dîvan hat hilbijartin. Piştî diyarkirina dîvanê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest danê deqeyek rêz hat girtin. Di rêzgirtinê de girsğ dirûşmeyên “Şehîd namirin” berzkirin.

Piştî rêzgirtinê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî û bi Erebî û Kurdî xêrhatina beşdarvanan kir. Tulay Hatimogullarî hemû beşên civakê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir. Dema Tulay Hatîmogullari silav şand Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re girseya li eywanê bi yek dengî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kir.

 ‘Teqez em ê bi serbikevin’

Tulay Hatîmogullari Hevşeredarê Agiriyê Mehmet Akuş jî bi bîr anî û ji malbatê re sersaxî xwest. Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku kongreya van di heman demê de muhasebeya 3 salan e û wiha got: “Li dinyayê gelek guherîn pêk hatin. Civak diguherî. Em jî diguherin. Di vê kongreyê de jî ji bo guherîn û ji nû ve avakirinê nîqaşan bikin. Em ê nîqaşan bikin; gelo me karî daxwazên kedkarên di nav xîzaniyê de hewl didin debara xwe bikin bînin ziman, me karî hewcedariyên têkoşînê bi cih bînin. Em dikevin rêyeke ji nû ve avakirinê.  Derfetek mezin jî derketiye holê. Tirkiye careke din qala çareseriya pirsgirêka Kurd kir. Berpirsyariya me ya hemûyan e ku vê pêvajoyê mîsoger bikin û ji bo serkeftina wê bixebitin. Em ji xwe bawer in, em ji gelên xwe bawer in. Ji bo wê jî teqêz em ê bi ser bikevin.”

Şerê li Rojhilata Navîn

Di axaftina xwe de Tulay Hatîmogullari bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn diqewime, butçeyên ku ji bo şer tên xerçkirin û ev tişt anî ziman: “Hezên emperyal dixwazin bi şer û pêvçûnan Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin. Budçeya şer her ku diçe zêde dibe û cîhan di bin xetereya nukluerî de ye. Sûriye hê jî di hewldanên xwe ji nû ve avakirinê de ye. Rojava bi destkêftiyên nû rêya xwe didomîne. Dinya di bin bandora nîjadperest a otorîter de ye. Tirkiye jî van geşedanan ji dûr nîn e. Ew şer bandor li Tirkiyeyê jî dike. Di rewşên wisa de xilasiya herî guncav aştiya navxweyî ye. Pirsgirêka Kurd a sed salan ji bo çareser bibe divê ew derfetan baş bikar bînin. Tirkiye nikare vê mijarê taloq bike û neçare çareser bike.”

‘Werin em aştiyê bi hev re ava bikin’

Tulay Hatîmogullari banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî vê bangê geşedanên girîng rû dan. Li vî welatî bîra civakî hê zindî ye. Faîl ne diyar, valakirina gundan û qirkirin. Ciwanan jiyana xwe ji dest da. Hê jî li Kurdistanê bîranînên kesên jiyana xwe ji dest dane tên kirin. Ez ji hemû dayikên Kurd re sersaxiyê dixwazim. Her wiha dayikên leşkeran jî zarokên xwe windakirin. Em ji wan re jî sersaxiyê dixwazin. Ji bo wê jî weke DEM Partî em dibêjin; têqez em ê aştiyê diyarî hemû welatiyên vî welatî bikin. Aştî bi destxistina mafê kedkaran e, azadiya jinan e, rabûna qeyûman e, azadiya fikir û remanan e. Her wiha perwerdehiya fermî ya Kurdan e, azadiya baweriyan e. Di baweriya Elewiyan de rizalik heye. Li gor vê jiyana bi hev re li ser esasê rizalik e dibe. Ji bo wê jî îradeya birêz Ocalan a 27ê Sibatê pir girîng e. Niha şûn vê ketina qanûna çarçoveyî ji meriyetê pir girîng e. Piştî vê qanûnê divê qanûnên demokratîk jî bên çêkirin. Aştiyê Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, jin, ciwan, Elewî, hemû gel, bawerî, welatparêz û sosyalîst û hemû civak dê ava bike. Ji bo wê jî werin em aştiyê bi hev re ava bikin.”

‘Em amadekariya veguherîneke nû dikin’

Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku demokratîkkirina komarê bi têkoşîneke hevpar pêkan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hertim li rex daxwazên Elewiyan bûn. Hem welatiya wekhev bi qastî Kurdan ji bo Elewî û hemû welatiyan e. Yên pêvajoyê rexne dikin re jî dibêjin; werin em aştiyê bi hev re ava bikin û hevdû tenê nehêlin. Heke em wisa bikin em dikarin aştiyê misoger bikin. Avakirina civaka demokratîk bi têkoşîneke hevpar a demdirêj pêkan e. Em ê bi yekgirtinê bi ser bikevin. Ev kongreya me jî kongreyeke destpêk û vexwendinê ye. Em amadekariya veguherineke nû dikin. Em ji bo avakirineke demokratîk amade ne. Dibe ku îtîraz hebin, provakasyon jî derbikevin û bawerî qels jî bibe. Lê peywîra me jî di vir de destpê dike. Pirsgirêkên sed salan di rojekê de çareser nabin. Divê em vê demê baş bikar bînin.”

‘Em ê kêmasiyan bi hevre derbas bikin’

Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tuncer Bakihan jî piştî Tulay Hatîmogullari axivî û hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê silav kir û got: “Ji bo komara demokratîk emê têkoşîna xwe bidomînin. Lê helbet kêmasiyên me jî çêbûn. Em li vir rexnedayîna xwe didin. Me nekarî gotinên xwe bigihînin civakê û pirî caran me xwe dûbare kir. Me dikarî gel û baweriyên cuda re hin têkiliyên xurt ava bikin. Mixabin hewldanên me ji bo têkoşîna xwezayê têr nekir û kêm man. Her wiha li dijî tiryakê me gelek caran kampanya bi rê ve birin lê ji bo em civakê di vî warî de bixin nava hewldanê kêmasiyên me çêbûn. Lê helbet em ê van kêmasiyan bi hev re derbas bikin. Ji bo komara demokratîk ava bikin em ê dest bi xebatan bikin.”

‘Em ji dema nû re amade ne’

Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser krîzan û ev nirxandin kir: “Komara sed salan cilê ku ji van gelan kir jê re nebû. Lê hertim pîne kirin. Hertim krîz derketin. Em dikarin ji van krîzan xwe xilas bikin. Em bi derfeteke mezin re rû bi rû ne. Di serî de ji birêz Ocalan re û hemû aktorên siyasî ku derfeta vê pêvajoyê avakirin re spas dikin. Tirkiye ji ber neçareseriya pirgirêka Kurd krîzên mezin re rû bi rû ma. Divê serkeftina Kurdan ne xeter e lê weke serkeftin were dîtin. Serkeftina Kurd a Tirkan e jî. Heke Kurd bibin aktorên avakar Tirkiye dikare bi serbikeve û xurt dibe. Weke DEM Partî em jî ji vê pêvajoyê re amade ne. Em ji hev bawer bikin û bi hev re vê pêvajoyê bi serbixînin. Em ê jî xwe biguherînin û li ser piyan bimînin. Rêya me rêya 3yemîn e. Heta niha 2 hezên siyasî ew welat bi rê ve birin. Lê herduyan jî pirsgirêk çareser nekirin. Ne beriya AKPê ew welat cenet bû û ne jî di dema AKPê de pirsgirêk çareser bûn. Em ji bo çareseriyan amade ne. Rêya me rêya 3yemîn e. Rêya me rêya gel, jinan û bindestan e. Ji bo serkeftinê em ê behtir ked bidin. Em ji bo rêvebirina Tirkiyeyê talîp in. Kongreya me jî dê kadro û perspektîfeke ku Tirkiyeyê bi rê ve bibe dê ava bike. Em ê li dijî kesên dixwazin vê pêvajoyê enfekte bikin bisekinin. Em ji dema nû re amade ne. Em ê vê veguherînê bi hev re bikin. Ew kongre destpêka avakirina komara demokratîk e. Ew tov îro li Enqereyê tê çandin.”

Piştî axaftina Tuncer Bakirhan kongre ji çapemeniyê re hat girtin. Kongre dê bi xwendina raporan faaliyet û maliyetê bi dawî bibe.