Trump: Li gorî min agirbesta bi Îranê re bi dawî bû

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump got: "Li gorî min, agirbesta bi Îranê re bi dawî bû. Muzakere dikare dewam bike, ne xema min e."

•
1 deqe xwendin
Trump: Li gorî min agirbesta bi Îranê re bi dawî bû

Serokê DYAyê Donald Trump li civîna bilind a NATOyê ya li Enqereyê axivî û li gel Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte li Qesra Serokkomariyê civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar xist.

Trump işaret bi bûyerên dawî yên navbera DYA û Îranê kir û diyar kir ku metna mutabaqatê ya ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re "qediya" ye. Her wiha ragihand ku ew naxwaze hevdîtinê bi Tehranê re bike.

Trump got: "Agirbesta bi Îranê re, li gorî min bi dawî bû. Muzakere dikare dewam bike, ne xema min e. Bi dîtina min ew derewîn e."