Trump li dijî Îranê şerê aborî û tecrîdê da destpêkirin

Serokê DYAyê Donald Trump, ragihand ku ew li dijî Îranê şerê aborî û tecrîdê ku mînakên wê nîne daye destpêkirin.

•
1 deqe xwendin
Trump li dijî Îranê şerê aborî û tecrîdê da destpêkirin

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, got ku wî ji Îranê re derfetek da ku lihevhatinekê bike, lê Îranê ev derfet bi kar neanî. Trump, ragihand ku li dijî Îranê şerekî aborî û tecrîdeke ku mînakên wê nîne dest pê kiriye.

Trump, diyar kir ku welat û saziyên ku piştgirî didin Îranê jî dê bi encamên aborî yên giran re rû bi rû bimînin. Wî xwest ku qaçaxçîtiya petrolê, veguhestina pereyan, danûstandinên diravî, qeydkirina keştiyan û şîrketên babir yên ku piştgirî didin Îranê bêne rawestandin.

Her wiha Trump, ji hevalbendên xwe xwest ku ji bo tecrîtkirina Îranê û têkbirina wê, li kêleka Emerîkayê bisekinin.