Trump: Kendava Hurmuzê divê demek nêz de were vekirin

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump diyar kir ku hevdîtinên ji bo vekirina Kendava Hurmuzê bi erênî derbas dibin û got, dibe demek nêz de lihevkirin çêbibe. Li gorî DYA’yê, alî li ser sererastkirineke 60 rojî dixebitin.

•
1 deqe xwendin
Trump: Kendava Hurmuzê divê demek nêz de were vekirin

Serokê DYA’yê Donald Trump got, Kendava Hurmuzê wê demek pir nêz were vekirin, yan Îran “wê derbeyeke pir giran bixwe”.

Trump ji Fox News re axivî û diyar kir ku muzakereyên bi Îranê re bi erênî pêş dikevin. Trump got, “Em hevdîtinên pir baş dikin. Îran dixwaze peymanekê çêbike.”

Serokê DYA’yê têkildarî krîza ku nêzî 5 meh in didome jî, got, “Demê min heye.”

Malpera nûçeyan a Axios a ku navenda wê DYA ye, di nûçeya xwe ya spartî çavkaniyên herêmî de îdîa kir ku ji bo sererastkirina hatin û çûyîna li kendavê navbera Îran û Ummanê li ser peymaneke demkî ya 60 rojî hevdîtin tên kirin.

Li gorî nûçeyê, di çarçoveya peymanê de keştiyên ketine Kendava Hurmuzê wê korîdora bakurê avên bejahî yên Îranê bi kar bînin, keştiyên ji kendavê derkevin jî wê korîdora başûr a di bin kontrola Ummanê de bi kar bînin.  Hat îdîakirin ku wê ji derbasbûnan ti pere neyê wergirtin, her wiha di vê pêvajoyê de mayinên di beşa navîn a kendavê de wê bên paqijkirin. Lê belê hate diyarkirin ku peymana navborî hîna teqez nebûye.

Wezîrê Xezîneyê yê DYA’yê Scott Bessent daxuyanî dabû CNBC’ê û îfade kiribû ku peymana ji bo jinûve vekirina Kendava Hurmuzê, dibe îro yan jî sibe çêbibe.

Li aliyê din Navenda Operasyonên Bazirganiya Behrê ya Îngilistanê (UKMTO) ragihand ku keştiyeke li kendavê bi guleyeke ku ne diyare ji kê hat, derbe xwar û destnîşan kir ku tengasiya li herêmê didome.