Trump gef li Ewropayê xwar: Ez dikarim bazirganiyê bi temamî bibirim

Serokê DYEyê Donald Trump nerazîbûn nîşanî pêşniyara statuya "endametiya hevkar" da ku Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen pêşkêşî Kanadayê kir û gefa rawestandina bazirganiyê li Yekîtiya Ewropayê xwar.

•
1 deqe xwendin
Trump gef li Ewropayê xwar: Ez dikarim bazirganiyê bi temamî bibirim

Rageşiya navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Yekîtiya Ewropayê, bi pêşniyara xurtkirina statuyeke nû ya ji bo têkiliyên Kanadayê yên bi Yekîtiya Ewropayê re jinûve kete rojevê.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyeng roja Çarşemê li Parlamenta Ewropayê got, ew dixwazin "endametiya hevkar" a destpêkê ya Yekîtiyê ji bo Kanadayê binirxînin. Von der Leyen her wiha tevlîbûna Kanadayê li "Konseya Ewlekariyê ya Ewropayê" xist rojevê ku pêşniyar dike vê konseyê ava bikin.

Ev daxuyanî di dema serdana Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney a li Parlamenta Ewropayê hate dayin. Trump nerazîbûneke tund nîşanî vê pêşniyarê da.

Trump ji bo pêşniyarê got, "Pûç dibînim" û bi vî rengî dewam kir, "Eger bigihêjim wê têgihiştinê û ev yek hewldaneke dijminane ye, hingî ez ê baceke gelekî giran a gumrukê ferz bikim, yan jî bazirganiya bi Ewropayê re bi temamî bibirim."