TJA’yê li zozanan çalakî li dar xist

Jinan di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li zozanên Mêrgên Sotî yên navçeya Elkê çalakî li dar xistin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê

Jinan di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li zozanên Mêrgên Sotî yên navçeya Elkê çalakî li dar xistin. Endam, rêveber û parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnexê, Hevşaredarên navçeya Silopîya û bajaroka Gundikê Melê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Jinan li qadê stran gotin û govend gerandin. Di çalakiyê de pankartên "Dayîk pêşenga jiyanê ye, ji dayîkan re xelata herî mezin aştiyê" û "Têkoşîna jinê wê faşîzmê têk bibe, azadiyê bilind bike" vekirin.

Aktîvîsta TJA’yê Meryem Eşkara bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: “Em jin, heta Ocalan azad bibe em ê têbikoşin.”

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî diyar kir ku heta jin azad neb in civak azad nabe û wiha got: “Dayikên kurd li gel hemû êrîşan jî li ber xwe dan û em anîn van rojan. Êdî jinên kurd bûne hêz.

Îmîr, der barê tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê jî wiha got: “Piştî ku tecrîda Îmraliyê dest pê kir û hevdîtin qût bûn, desthilatê zextên xwe zêdekirin. Em ji bo azadiya civakê, divê xwedî li vê berxwedana ku bedel dide derkevin.”

Jinan çalakiya xwe bi dirûşmeyên “Bijî berxwedanan zindanan" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî kirin.