TJAyê di salvegera 4emîn a şoreşa “Jin, jiyan, azadî” de banga mezinkirina têkoşînê kir

TJA bi boneya 4emîn salvegera çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” daxuyaniyeke nivîskî weşand û jinên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çareseriya li dijî polîtîkayên zextê bi têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan pêkan e û banga mezinkirina têkoşîna gerdûnî hate kirin.

•
1 deqe xwendin
TJAyê di salvegera 4emîn a şoreşa “Jin, jiyan, azadî” de banga mezinkirina têkoşînê kir

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 4emîn salvegera çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” yên ku li Tehranê bi qetilkirina Jina Emînî dest pê kiribûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi sernavê “Di salvegera 4an a şoreşa jin, jiyan, azadî de em têkoşîn û rêxistinbûnê mezin dikin” de, di kesayeta Jina Emînî, Şilêr Resûlî û Nilûfer Mucawîr de jinên ku li kolanan, qadan û zindanan de berxwe dan û jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Polîtîkayên zext, îşkence, girtin û darvekirinê yên rejîma Îranê, ji bilî ku krîzên civakî kûrtir bikin tu encamekê neafirînin. Li dijî polîtîkayên şer ku li herêmê tên geşkirin û komkujiyên sîstematîk ên rejîmê yên li ser jinan, tenê çareserî têkoşîna rêxistinbûyî ya bi pêşengiya jinan û demokratîkbûna radîkal e. Helwesta Zeynep Celaliyan, Pexşan Ezîzî û Werişe Muradi ya li zindanan, bersiva herî zelal e ku li dijî jiyana kolektîf e. Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ku ji felsefeya azadiyê ya rêzdasr Ocalan û ji mîrasa berxwedana me ya nîv sedsalî xwedî dibe, îro veguheriye şoreşeke cîhanî ya jinan ku sînoran derbas dike. Wekî jin em sînorên ku desthilatdar xêz dikin red dikin, li dijî çanda destdirêjiyê ya desthilatdariya mêr û polîtîkayên qirkirina jinan, em banga mezinkirina têkoşîn û xwebarastina jinan a gerdûnî û mezinkirina rêxistinbûna xwe ya bi biryardariya avakirina civaka demokratîk û jiyana azad dikin.

Wekî TJA em careke din diqêrin; em ê ne bîlançoya komkujiyên jinan, lê rewşa azadî û rêxistiniya jinan li vê erdnîgariyê serwer bikin. Jin, jiyan, azadî.”