TJA jî li dijî hişbirê tev li kampanya RABIN bû
TJA di çarçoveya pêngava ‘RABIN’ de çalakî li dar xistin û tev li kampanya pêngava RABIN bû.

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya pêngava ‘RABIN’ de ku li dijî tiryak, hişbir, fihûş û qûmarê hatiye destpêkirin, li Parka Korhat a Rezanê daxuyanî da çapemeniyê. Aktîvîstên TJAyê, endam û nûnerên partiyên siyasi, endamên saziyên sivîl û gelek kes di çalakiyê de amade bûn. Jinan di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em jin dengê xwe bilind dikin” dinvîsibû vekirin. Aktîvîsta TJAyê Arzu Karaman bi kurmancî û Tûlîn Aydas jî bi tirkî daxuyanî da.
Arzu Karaman diyar kir ku hişmendiya serdest hişmendiya asîmîlasyonkar, ewlekarîparêz û siyaseta înkarê kiriye bingeh û got: “Bi van polîtîkayên ku mebesta wan piştguhkirina pirsgirêkê ye û ev helwesta xwe domandiye. Rewşa pevçûnî ya ku bi dehan sal in li Kurdistanê berdewam dike, koçberiyên mecbûrî û pêkanînên ewlekariyê bûn sedema xerabûn û wêranbûnên kûr ên civakî. Ji bo şikandina ziman, çand û îradeya gelê Kurd a ji bo jiyana azad a li ser axa xwe ji bo paşvexistina têkoşîna çareseriyê ya bi biryar û bi îsrar, rêbazên cihêreng hatine sepandin.”
‘Temen daketiye asta krîtîk’
Arzu Karaman da zanîn kû li herêma krîzên ewlekariyê yên demdirêj tê de çêdibin, xirabûna civakî û kûrbûna hesta bêdahatûyê di nav nifşê ciwan de bûye diyardeyeke berbelav û ev tişt got: “Di heyama dawî de nemaze li bajêrên wekî Amed, Êlih, Wan û Şirnexê temenê bikaranîna madeyên hişbir daketiye asteke krîtîk û berbelavbûna vê diyardeyê jî di vê çarçoveyê de tê nirxandin. Bikaranîna madeyên hişbir ku di nav ciwanan de bi giştî belav dibe, li ser jinên ciwan encamên cihêreng û wêranker çêdike. Em, zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir ên li herêmê ne wekî pirsgirêkeke asayîşê ya ji rêzê, wekî encama polîtîkayên taybet ên ku depasîfkirina hişmendiya polîtîk û civakî ya ciwanan, û feqîrkirin û belavkirina avaniya civakê ya rêxistinkirî armanc dikin dinirxînin.”
Arzu Karaman herî dawî anî ziman ku parastina civakê ji van polîtîkayan erkeke lezgîn e û got: “Ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiyê divê bi hemû beşên civakê re têkilî bê pêşxistin. Pêkanîna diyalogên rasterast bi jinan re û meşandina vê pêvajoyê di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad de, dê rastiya ku hêza herî têkneçûyî hêza rêxistinkirî ye careke din diyar bike”
Piştî daxuyaniyê nîv saetê çalakiya rûniştinê li dar xistin û belav bûn.


