Tirkiye koçberan dike amûra siyasî
Di rojên dawî de Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan li ser koçberên Tirkiyeyê siyasetê dike. Erdogan diyar dike ku dê milyonek koçberên li Tirkiyeyê wê li Efrîn û Serê‐ kaniyê bi cih bike.

Di rojên dawî de Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan li ser koçberên Tirkiyeyê siyasetê dike. Erdogan diyar dike ku dê milyonek koçberên li Tirkiyeyê wê li Efrîn û Serê‐ kaniyê bi cih bike. Şûna koçberan bişîne gund û warên wan, li Efrîn û Serêkaniyê bi cih dike. Têkildarî rewşa koçberan û polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî koçberan Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Efrînê Parêzer Rojîn Heto ku niha li Şehbayê dijî nirxandin kir. Heto, anî ziman ku li Efrînê ji dayik bûye û niha koçî Şehbayê kiriye. Koçber kirin amûr Prz. Rojîn Heto anî ziman ku dewleta tirk bi rêveberiya Tayyîp Erdogan piştî şoreşa Sûriyeyê dest pê kir, destê xwe xist nava axa Sûriyeyê û koçber ber bi xwe ve kişandin û wiha got: “Koçber ji xwe re kirin amûr. Hinek ji wan şandin Lîbyayê. Hinekan li Serê kaniyê û hinekan jî li Til Ebyadê wekî amûr bikar tîne. Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûri‐ yeyê hewl dide ku jiyaneke xweş û bi rûmet ava bike. Hewl dide rê li pêş dagirkeriyê bigire.” ‘Koçber bi hêviya vegerê dijîn’ Heto da zanîn ku gelên ji ser axa xwe koçber bûne di hundirê çadir û kampan de dijîn û wiha axivî: “Di şertên herî xerab de dijîn. Bi taybet havîn û zivistanan di şertên dijwar de dijîn. Gelê Efrînê, Til Ebyad, Serê kaniyê li Şehbayê di 5 kampan de bi cih bûne. Ew çadirên ku lê dijîn, hem li wir xwarinê dixwin hem li wir radizên hem jî li wir serê xwe dişon. Çadir tenê ji odeyekê pêk tê. Lê şêniyên di van çadiran de dijîn hemû pêdiviyên xwe li van çadiran temîn dikin. Li gel van zor û zehmetiyan li ber xwe didin û li hêviya vegera warê xwe ne.” Zextên Tirkiyeyê Heto li ser sedemên koçberiyê ra‐ westiya û wiha berdewam kir: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em dibînin ku koçberî pêş ketiye. Gelek sedemên wê hene. Sedema sereke zext û dest‐ werdana dewleta tirk e. Li nava Sûriyeyê êrîşên xwe berdewam dike. Dewleta tirk, bi destê çeteyên xwe bi hezaran welatiyên Sûriyeyê ji cih û warên wan dan koçber kirin. Ne tenê kurd, hemû bawerî, çand û pêkhatiyên wê herêmê


