Têkoşîn ne tenê para hineka ye!
Mirov beyî hev nas bikin, beyî darazê, beyî bendewariyê, nikarin alikariyê hev bikin gelo? Gelo nikarin xwedî li hev derkevin. Eger em nikaribin, vê demê divê em şaş nemînin çima ew xirabî û tarîtî li derûdora me her ku diçe zêdetir dibe.

Şerê taybet.. sernavek ku mirov divê wisa hema weke gotin derbas neke. Şerê taybet li dijî çi tê kirin, bi kijan rêbazan tê pêşxistin. Armanc û encamên wê di roja xwe de em li ku û çawa dikarin bibînin. Gelo em di derbarê hemû xalên wê de agahdarin ? Di serî de em îro qala armanca vê rêbazê êrişê bikin.
Dema şerê taybet tê gotin gelê çi tê bîra we? Ez yekser diçim ser xal û rêbazên êrişê. Bi taybet şerê derûnî tê bîra min. Rêbazê şekildayîna nifşek, civakek li gorî berjewendiyên pergalê. Çima? Ji ber ku ew riya herî rehet e ku ev pergal gelan weke maryonetan ji bo berjewendiyên xwe biherîkine. Rêbazê herî rehet e ku ji xwe re rûpoşa çêkin. Beyî ku destê xwe bi awayek ber bi çav qirêj bikin jî dikarin bi vî awayî bandorê li rêveçûnê bikin. Ji ber ku her tim wê hinek hebin ku destê xwe wê li şuna wan qirêj bikin. Amûrê wê yê bingehîn jî, belê rast e.. pere ye.
Civakan xizan bike ji bo pewîstiya wan bi pereyan çêbe. Pişt re ji bo heman pereyê ku te jê stend vîna kesan bi dest bixe. Senaryoya herî hesan e. Çima ? Ji ber ku piranî kes nabêjin, sedema rewşa min ev pergal e. Xwe sûcdarkirin, ev rêbazê herî bingehîn e ji bo şerê taybet.
Dema mirov tên dinê êdî yan dewlemend tên dinê yan jî feqîr. Lê tişta ku ji berê cuda ye, êdî ferq dike. Navê malbata ku tu jê hatî eger tê naskirin, tu dikarî gelek tişt pir bi rehetî bi dest bixî. Lê eger tu ne ji wan derdoranî, tu divê cudayî yên din 10 qatî zêdetir ked bidî. Mînak tu li şîrketek kar bike ji bo debara xwe bike. Tu mûçeyê xwe distîne, lê xwediyê şîrketê gelo çiqasa ked dide û çend şîrketên xwe hene ango ji bo wan weke ferd hebûna te çiqas girîng e.
Belê mijarek pirsê ye lê em tenê pirsgirêkên pereyan li wir nenirxînin, weke me got pere yek ji amûran şerê taybet e. Rêbazê şxulandina vê amûrê jî bi vî awayî ye. An tu bi awayek dirûst ji bo pergalek ne dirûst kar bike û pere ji bo debara xwe bidest bixe. An jî bi rêbazek ku weke mucîze di kêliya herî zehmet de derdikeve pêş te, weke dengê cinawirê, an jî dengê ketina nefsê te wê ji te re bêje, “xem nake, herkes dike ez jî bikim, ma çi ferq dike”. Carek te çavên xwe vekir û te dît tu di nav tiştekî ji te û cinawirê te mezintir de yî. Te ji bo hineka destê xwe qirêj nekin, destê xwe qirêj kir. Ji bo te dibe ku ketina yekem e. Wijdana te dikeve dewrê û tu bi xwe re dikevî nav şerek de. Ev tişta ez qal dikim her çi be bila bibe. Hîna derfetê te heye tu jê vegerî. Lê eger di vê kêliyê de, te dengê wijdana xwe kuşt, tu gavek hîn kûrtir nav vê avzeyê. Her ku tu destê xwe qirêj dikî, hinek ên ku destê xwe weke te ji bo hineka qirêj dikin wê li dijî te delîlan kom bikin. Çima? Ji bo dema tu gihîştî noqteyê dawî, li dijî te bikar bînin. Gotina “Tu ji ku dera zirarê vegerî, wê qezenc be” ji bo rewşên wisa gelek di cih de ye.
Êdî tu ketî nav vê werçerxeyê. Werçerxeya tarî ya hişbirê, ya fihuşê, ya her wekî din. Rojek ji roja tuyî li dû xwe binêrî û bêjî, gelo ji bo çi ez şimitîm nav vê werçerxê. Tuyî dibe ku ji bo ji nav vê tarîtiyê derkevî li riyan bigerî, lê tu dibînî ew kesên ku gelek ji bo te têkoşiyan dibe ku êdî li dora te nebin. Tu vêcarê di têkoşîna xwe de wê tenê bî. Lê bi fikrek zeyîf ketî ew çiqa pêkan e gelo? Hema em bêjin ew kesên ku te gelek wan êşand, ji xwe dûr xistin, ji ber ku wan wijdana te anî bîra te, te goh neda wan,.. em bêjin dîsa jî wan terka te neda. Lê niha gelo tu bixwe re dikarî werî rûbirûyî hev.
Rûbirûyî hev hatin tişta herî zehmet li ser rûyê erdê ye. Bêguman ev ji bo herkesî derbasdar e, ne tenê ji bo ew kesên mijarê behsê.. . Li gorî vê werçerxeyê şermkirina ji civakê, xwe tenê hîskirin, tirs, wê pêşî li rûbirûhatinê derbixin. Lê tenê bi wêrekiyê bi piştgiriyê, bi baweriya xwe ya ji bo guhertinê mirov dikare ji vê xilas bibe. Ango dem hatiye ku ev yek baş bê fêmkirin, ji vê tişta ku bi ser te de hatiye, ne tenê tu berpirsyarî, .. lê ya/yê ku dikare biguherîne em bi hev re ne!
Lê ez di vê nivîsê de beyî ku balê bikişînim ser mekanîzmayên parastinê naxwazim mijarê bigirim. Gelo ev refleksên ku vê tarîtiyê di jiyana civakan de qebûl nedikiri, çi lê hat? Mirov beyî hev nas bikin, beyî darazê, beyî bendewariyê, nikarin alikariyê hev bikin gelo? Gelo nikarin xwedî li hev derkevin. Eger em nikaribin, vê demê divê em şaş nemînin çima ew xirabî û tarîtî li derûdora me her ku diçe zêdetir dibe.
Destê alikariyê wê bêguman bikaribe gelek tişta gavan bi pêşde bibe. Ji bo guhertinan bi taybet ciwan dikarin pêşengtiyê bikin. Li cihên lê ne dikarin pêşî li ketina taxan ya wan kiryaran bigirin. Mafê her mirovek yê xweparastinê heye, xweparastin jî derdor û civakê jî dihewîne. Vê demê li ku derê em wan kiryaran dibînin, çi refleksê nîşan bidin ev gelek girîng e. Eger hest lawaz bin, refleks lawaz bin. Wêneyek sipî zû dikare bi rengan were guherandin. Lê ev reng pir bi lez boyaxê reş dikarin werin tarî kirin.
Lê veguherandina reş ji bo tabloyek rengîn zehmet e… ji bo wê jî pêşlêgirtin wê gava herî mezin be. Bi taybet di demek wiha ya nû de, nûbûn dikarin bi têkoşîna li dijî şerê taybet dest pê bikin.
Bi vî awayî pirsgirêkek girîng ya civakî dikare were çareserkirin. Ji ber ku em îrorojê qala kuştin, windakirin, tecawîz, tacîzkirina jin û zarokan dikin. Em îrorojê qala belavkirina hişbiran dikin. Em îrorojê qala lawazkirina xwedîderketina li hevdu dikin.
Têkoşîn ne tenê para hineka ye!


