Tecrîd bi mehê carekê ranabe

Hin caran ji 30 rojan carekê, hin caran ji 40 rojan carekê û hin caran ji 50 rojan carekê şande dikare biçe Îmraliyê. Ev nîşan dide ku dewlet hevdîtinê li gorî pêdiviyên xwe diyar dike û hiqûqa mafê hevdîtina malbat, parêzer û şandeyê binpê dike. Ev hevdîtina bi sînor dihêle ku pêvajo dereng pêş bikeve û metirsiya ku hêzên dewleta NeNorm pêvajoyê xera bikin zêde dike.

•
1 deqe xwendin
Tecrîd bi mehê carekê ranabe

Şandeya DEM Partiyê ji 28ê kanûna 2024an heta niha di nava 21 mehan de tenê 18 caran  çûye Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin kiriye. Lê ji xeynî wê parêzer tenê carekê çûne û malbat jî çend caran çûne. 

Piştî Serokê MHPê Dewlet Bahçelî li ser navê dewletê çû slav da koma DEM Partiyê û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest li meclisê bang li PKKê bike; Tevgera Azadiya Kurd di nava 2 salan de gavên dîrokî avêt. Bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gavên ku PKKê avêt, hemû siyaseta cîhanê û hêzên navdewletî xist nava şokê. PKKê bi gavên dîrokî bala hemû cîhanê kişand ser xwe. PKK ku bi şerê xwe yê bi bandor dihat naskirin, vê carê bi guhertinên dîrokî, hemû cîhan matmayî hişt û di rojeva hemû cemaweniya cîhanê û çapemeniya cîhanê de cihê xwe girt.

Di serî de bi tecrîda girankirî ya 4 salan re, şer li Kurdistanê û başûr dijwartir bû. Kuştina ciwanên kurd û tirk zêdetir bûn. Li cîhanê û Rojhilata Navîn şer dijwar bû û vî şerî bêtir bandor li ser siberoja Tirkiyeyê kir. Piştî şer Tirkiye dorpêç kir, li ser navê Dewleta Tirk Serokê MHPê Dewlet Bahçelî di 1ê cotmeha 2024an de çû serdana Koma DEMê û silav dan wekîlên DEM Partiyê. Bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û xwest ku bang li PKKê bike da ku xwe fesix bike. Li ser vê tevgera Dewlet Bahçelî, Rêber Abdullah Ocalan jî bang li dewletê kir û xwest ji bo bangê û siyaseta demokratîk şert û mercên hiqûqî û siyasî bêne avakirin. 

Piştî hin hevdîtin hatin kirin û diyalog pêş ketin, Rêber Abdullah Ocalan bang li PKKê kir û xwest xwe fesix bike û şer bi dawî bike. Di vê pêvajoyê de PKKê xwe fesix kir û çek şewitandin. Hêza xwe ya li Tirkiye vekişand dervê sînor. Nêzî 2 sal in şer û kuştin rawestiya ye. Bi sînor be jî hin hevdîtin têne kirin. Li Tirkiye Komîsyona Meclisê hat avakirin. Ji bo çareseriyê raporek hat amadekirin û pêşkêşî meclisê hat kirin. Salek şûnde di 5ê tebaxa  2025an de Qanûna Çarçove hat amadekirin û li meclisê hat erêkirin. Lê ji bo mafên girtiyên siyasî, siyasetmedarên li Ewropa, vegera gerîlla û Statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta niha gaveke şênber nehatiye avêtin. Di vê pêvajoyê de dema em li trafîka Îmraliyê û vekirina Deriyê Îmraliyê dinerin, em dibînin ku trafîkeke pir bi sînor heye. Ji 28ê Kanûna 2024an heta niha yanî di 21 mehan de tenê 18 caran şande çûye Îmraliyê. Di 

28ê Kanûna 2024an de Şandeya yekemîn ku ji Pervin Buldan, Sirri Sureyya Onder pêk dihat çûn Îmraliyê. Piştre şande di 22ê çileya 2025an de û di 27ê Sibata 2025an de çû îmraliyê. Di vê şandeyê de Ahmet Turk, Pervin Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatimogullari, Tuncer Bakirhan, Cengiz Çiçek çûn. Di dîroka Îmraliyê de cara yekemîn şandeyeke wisa zêde çûn Îmraliyê. Şandeyê di vê dîrokê de li Îmraliyê daxuyanî da û banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di vê bangê de Rêber Abdullah Ocalan ji PKKê xwest ku xwe fesix bike û çekan bi dawî bike. Bi rastî jî PKKê kongre pêk anî û xwe fesix kir. Her wiha dawîli şerê çekdarî anî. 

Şande piştre di 21ê nîsanê, 18ê Nîsanê, 6ê Pûşberê, 25ê Tîrmehê, 28ê Tebaxê, 3ê Cotmehê, 3ê mijdarê, 2ê Kanûna 2025an û dîsa di sala 2026an de jî di 17ê Çile, 16ê Sibatê, 27ê Adarê, 24ê Gulanê, 20ê Tîrmehê, 2ê Tebaxê û herî dawî di 13ê Îlona 2026an de çû Îmraliyê. 

Em li perîyoda hevdîtina li îmraliyê dinerin, em dibînin ku her carê piştî mehekê şande diçe Îmraliyê. Hin caran ji 30 rojan carekê, hin caran ji 40 rojan carekê û hin caran ji 50 rojan carekê şande dikare biçe Îmraliyê. Ev nîşan dide ku dewlet hevdîtinê li gorî pêdiviyên xwe diyar dike û hiqûqa mafê hevdîtina malbat, parêzer û şandeyê binpê dike. Ev hevdîtina bi sînor dihêle ku pêvajo dereng pêş bikeve û metirsiya ku hêzên dewleta NeNorm pêvajoyê xera bikin zêde dike.