Tax û bajar bi fîşekên 15ê tebaxê ronî bûn

Li Riha, Amed, Mêrsîn û gelek navendên din bi minasebeta salvegera 15ê Tebaxê bi hezaran welatî li tax û navçeyan kom bûn û bi girseyî 15ê Tebaxê pîroz kirin.

•
1 deqe xwendin
Tax û bajar bi fîşekên 15ê tebaxê ronî bûn

Îşev bi minasebeta 42emîn salvegera pêngava 15ê Tebaxê gel li gelek navendan çalakî pêk anîn û bi fîşekê hewalî, konser û govendê 15ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin.

Riha 

Rêxistina DEM Partiyê ya Curnê Reş bi mûnasebeta 15ê Tebaxê konsereke girseyî li dar xist. Rêveber û nûnerên DEM Partiyê yên Rihayê û nûnerên rêxistinên civakî tev li konserê bûn. Bernameyê ji bo bîranîna şehîdên aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz girtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya 15ê Tebaxê. Pişti axaftinan, derbarê pêvajoya dîrokî û têkoşîna 15ê Tebaxê de sînevîzyonek hat nîşandan.

Bername piştî stranên herêmî, klamên dengbêjan strîn û govend gerandin. Bername bi coşeke mezin bi dawî bû.

Amed

Li Amedê jî ciwanên kurd ji bo pîrozbahiya 15ê Tebaxê li navçeyên Sûr û Peyasê daketin qadan û bi fîşekên hewayî 15ê Tebaxê pîroz kirin. Di çalakiyê de ciwanan dirûşmeyên “Rêya şehîd rêya me PKK partiya me” û “Bijî 15ê Tebaxê” berz kirin.

Bordeauxê 

Gel li bajarê Bordeaux ê Fransayê, Pêngava 15’ê Tebaxê bi çalakiyeke hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de, li ser wateya dîrokî û civakî ya 15ê Tebaxê nirxandin hatin kirin.

Mêrsîn 

Li gelek taxên Mêrsînê jî gel li kolan û kuçeyan bi fîşekên hewayî 15ê tebaxê pîroz kirin û vîdeo li ser medya dijital parve kirin. 

Parîs 

Pêngava 15’ê Tebaxê li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê bi beşdariyeke mezin a gel hat pîrozkirin.