Talîbanê Pêncşêr dorpêç kiriye

Li gorî daxuyaniya berdevkê Talîbanê Zebîhulah Mucahid ku li ser hesabê xwe yê malpera dijîtal belav kiriye, hêzên Talîbanê eyaleta Pêncşêrê dorpêç kiriye û banga çareseriya bi riya diyalogê li...

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê

Li gorî daxuyaniya berdevkê Talîbanê Zebîhulah Mucahid ku li ser hesabê xwe yê malpera dijîtal belav kiriye, hêzên Talîbanê eyaleta Pêncşêrê dorpêç kiriye û banga çareseriya bi riya diyalogê li (berxwedêrên) wê kiriye.

Talîbanê da xuyakirin piştî ku piştî rayedarên eyaletê teslîmkirina bajar a bi rengekî aşityane red kirine, bi sedan çekdarên wan berê xwe dane Pênşêrê.

Ji aliyekî din ve serkêşê tevgera (berxwedanê) Ehmed Mesûd da xuyakirin ku ew û hevalbendên xwe dixwazin hikûmete giştî were avakirin ku her kes xwe tê de bibîne . Ehmed Mesûd ê ku kurê Ehmed Şah Mesûd e, bang li welatên cîhanê kir ku ew rê nedin hikûmeteke yek alî û pergaleke totalîter were avakirin.