Talîban: Qedexeya xwepêşandanan li gorî hiqûqa îslamê ye!
Hikûmeta Talîbanê biryareke nû ku li seranserê Afganistanê hemû protestoyan qedexe dike, bi îdîaya ku "tevahî li gorî hiqûqa îslamê ye" girt.

Li Afganistanê Rêveberiya Talîbanê, biryareke nû ya ku li seranserê welat her cure xwepêşandanên protestoyî qedexe dike, xist meriyetê. Berdevkê hikûmetê Zabîhullah Mucahîd, di civîna çapemeniyê ya li Kabûlê de li ser pirsa ajansa AFPê got ku ev qedexe li gorî mercên îro yên Afganistanê ye û "tevahî li gorî hiqûqa îslamê" hatiye pêkanîn.
Di biryara nû ya polîsan de ku di dawiya tebaxê de hatibû girtin, tê diyarkirin ku "her cure xwepêşandanên protestoyî qedexe ne". Ji dema ku Talîban hatiye ser desthilatdariyê û vir ve jixwe li welat xwepêşandan pir kêm çêdibin.
Mucahîd, îdîa kir ku xwepêşandanên protestoyî taybetmendiya pergalên cuda yên hiqûqê ne, wekî civakên ku bi demokrasiyê an jî komarê tên rêvebirin. Mucahîd, herwiha îdîa kir ku di bin rêveberiya Talîbanê de hemwelatî dikarin gilî û gazincên xwe rasterast bigihînin saziyên dewletê yên eleqedar û got ku ev tişt dê rê li ber "tevlîheviya" ku dibe ji ber protestoyan çêbibe, bigire.
Talîban, piştî ku di sala 2021an de ji nûve hat ser desthilatdariyê, Afganistanê li ser bingehê nêrîneke pir dijwar a hiqûqa îslamê bi rê ve dibe.
Biryara nû bû sedema nerazîbûnên tund a saziyên mafên mirovan. Saziya Human Rights Watch, ev qedexe weke ‘gaveke nû’ ji bo tepeserkirina muxalefetê, pênase kir.
Amnesty International, jî ragihand ku qanûna polîsan wekî "êrişeke din" a li ser mafên mirovan ên li Afganistanê ye.


