TAJÊ dê 10 rojan qurbaniyan bibîr bîne

Meclîsa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, diyar kirin ku dê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalekiyên bîranînan li dar bixin.

•
1 deqe xwendin
TAJÊ dê 10 rojan qurbaniyan bibîr bîne

Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12emîn salvegera fermanê aşkere kirin. Meclisê û TAJÊ li Sûka Serî ya şengalê bi tevlîbûna rêveberyên gelekî saziyan bername aşkere kirin. Meclisê û TAJÊ aşkere kirin ku dê îsal bîranînê cangoriyên fermanê li Sûka Serî ya Şengalê pêk bînin. Gelek endam û rêveberiyên saziyan beşdarî çalakiyê bûn. Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên daxuyanî da. 

Azad Hisên anî ziman ku ew nêzî salvegera 12emîn a fermanê dibin û got: “Em Meclisa Gel a Şengalê bi hemû sazî û dezgehên xwe ve îro li Sûka Serî ya Şengalê amede ne. Ji îro heta 3yê Tebaxê çalakiya bîranînê em li sûka serî pêk bînîn. Em hemû gelê xwe, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, oldar herkesî vedixwînin ku bên, em bi hev re ji bo cangoriyên xwe bîranîna pêkbînîn û bîrdariyekî ji bo cangoriyên xwe çêbikin. Em ji îro heta roja reş 3yê Tebaxê bi hemû pêkhateyan ve li Sûka Serî amede bibin.”