Strana Şehîd Sefkan 'Dayê' bi klîbeke taybet hat weşandin
Tevgera Çand û Hunerê ya Ewrûpa strana Şehîd Sefkan a bi navê "Dayê" bi aranjeyeke nû û bi klîbeke ku bi alîkariya hişê çêkirî hatiye amadekirin, diyarî dayikên şehîdan û bîranîna Dayika Taybet kir.

Tevgera Çand û Hunerê ya Ewrûpa bi boneya şehadetên ku van demên dawî hatin aşkerekirin strana bi navê "Dayê" ya Şehîd Sefkan ji nû ve aranje kir û bi klîbekê diyarî dayikên şehîdan kir.
Aranjeya stranê ji aliyê Mazlum Rewshen ve hate çêkirin û Tarik Demîr jî bi hişê çêkirî klîbek amade kir. Di klîbê de di serî de Şehîd Sefkan gelek şehîdên çand û hunerê hatine zindîkirin.
Di klîbê de weke nûnera dayikên şehîdan jî Dayika Taybet a ku di pêvajoya şerê bajêr de li Silopîyayê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibû kuştin û meytê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû hiştin jî cîh digre.
Klîp di qenala YouTube ya Art Medya de ket weşanê.
Di lînka jêr de hûn dikarin li klîbê temaşe bikin.


