Strana 'Denîza Me' eleqeyek mezin dît

Hunermend û Stranbêj Rojda Şenses di 24’ê Tîrmehê de li ser Denîz Poyraz a li Îzmirê di êrîşa li dijî avahiya HDP’ê de hat qetilkirin strana bi navê “Denîza Me” weşand.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Beşa Çandê

Hunermend û Stranbêj Rojda Şenses di 24’ê Tîrmehê de li ser Denîz Poyraz a li Îzmirê di êrîşa li dijî avahiya HDP’ê de hat qetilkirin strana bi navê “Denîza Me” weşand. Strana “Denîza Me” ku li ser You Tubeyê hat parvekirin, di nava 2 rojan de ji aliyê 60 hezaran kesan ve hat temaşekirin. Strana “Denîza Me" ku gotin û muzîk aydî Rojda Şenses e li ser medya dijîtal eleqeyek mezin dît.

Gotinên Stranê wiha ye:

Denîza me qetil kirin

Ev jina şirîn û delal,

Mafê jinê ji dest girtin

Wê rûkena çav xezal,

Negrî negrî daykam negirî

Serê me pê bilind e

Ew jîn dibe bi wate dibe

Bi hezar canan dide

Li ser taştê gule lê dan

Pêş çavên xelkê

Ev qas zilim ev bê bextî

Êdî bila xelas bibe

Navenda Nûçeyan