Statuya girtiyên Rojhilat û Rojava nayê nasîn
OHD û MED TUHAD-FED rrapora 6 mehan a bi sernavê "Binpêkirinên mafên mirovan li lirtîgehên Tirkiyeyê ya Çile-Hezîrana 2026an" aşkere kir. Saziyan di raporê de anî ziman ku mafê girtiyan tê xwarin û statuya girtiyên Rojhilat û Rova nayê nasîn.

Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumdaran a MEDê (MED TUHAD-FED) rapora 6 mehan a bi sernavê "Binpêkirinên mafên mirovan li lirtîgehên Tirkiyeyê ya Çile-Hezîrana 2026an" ragihand.
Saziyan li avahiya MED TUHAD FEDê daxuyanî da û bal kişandin ser binpêkirina li 112 girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê. Endamê Navenda Giştî ya OHDê Şemdîn Şahîn daxuyanî da û destnîşan kir ku binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan êdî ne bûyerên yekane ne, veguherîne krîzeke sîstematîk, avahîsazî û kûr e û wiha axivî: “Rejîma înfazê ya girankirî ku bi Girtîgeha Girava Îmraliyê re derket holê û bi girtîgehên ewlehiya bilind hat berfirehkirin, tecrîdeke giran a fîzîkî û derûnî diafirîne.”
Şemdîn Şahîn li ser biryara DMMEyê ya nasîna mafê hêviyê rawestiya û got: “Astengkirina mafê gihîştina tenduristiyê, sewqên dereng, muayeneya bikelepçe û raporên ATKê yên nezanistî rê li ber binpêkirina kirina mafê jiyanê ên girtiyên nexweş vedike. Ji aliyê dîn ve Lijneya Îdare û Çavdêriyê mîna darazekî paralel dixebitin û bi hincetên pûç mîna nediyar kirina poşmaniyê rê li ber berdana girtiyên ku dema wan qediyaye digirin. Girtiyên ji Rojava û Rojhilat di statuya bêwelat de ne û ji mafên bingehîn ên mîna parêzer û hevdîtina malbatê bêpar têne hiştin. Rejîma infazê ya zilamparêz zextên zayendî û siyasî li ser jinan zêde kiriye û mafên wan ên paqijî, tenduristî û dîtina zarokên wan asteng dike. Di heman demê de astengkirin û neşandina name, pirtûk û rojnameyên Kurdî û muxalîf binpêkirina aşkere ya qedexeya cihêkariyê û azadiya ragihandinê ye.”
Şemdîn Şahîn bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd a 27ê Sibata 2025an a Aştî û Civaka Demokratîk û wiha berdewam kir: “Tevî vê bangê jî di rewşa girtîgehan de başbûnek çênebûye. Saziyan teqez kir ku ji bo paşerojeke aştiyane pêngava yekem divê ji girtîgehan bê avêtin, dawî li tecrîdê bê anîn û gavên qanûnî yên guncav bi lezgînî werin avêtin.”


