Statu mafekî hiqûqî ye
Parlementera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan destnîşan kir ku “Qanûna Çarçoveyê” ji bo pêvajoya heyî destpêkek e û got: “Divê statuya Rêberê Gelê Kurd jî di qanûnê de cih bigire. Statu mafekî hiqûqî ye"

Fexredîn Kiliç
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rojeva sereke ya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Piştî hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlementer Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê li girava Îmraliyê di 20ê tîrmehê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de heyeta dewletê jî cih girt û li ser “Qanûna Çarçoveyê” lihevkirinek pêk hat. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser qanûna çarçoveyê diyar kir ku têr nake lê ji bo vekirina deriyekî girîng e û divê gav bi gav berdewama wê were. Dûre serokê meclisê Nûman Kûrtûlmûş li meclisê serdana partiyên siyasî kir û da zanîn ku beriya ku meclis were girtin dê “Qanûna Çarçoveyê” bê meclisê. Ji ber dan û standinên li ser qanûnê didomin hêj qanûn nehatiye meclisê. Parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan têkildarî qanûna çarçoveyê nirxandinên girîng kirin.
Divê heza aliyan wek hev be
Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku hevdîtina di 20ê tîrmehê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye kirin ji bo pêvajoyê gelekî girîng e û got: “Rêberê Gelê Kurd mixatabe sereke yê vê pêvajoyê ye. Ji ber vê yekê hevdîtinên ku tên astengkirin asayî nînin. Em qebûl nakin. Ji ber ku divê hêza her du aliyan di asta diyalog û derfetan de weke hev be.” Newroz Ûysal bal kişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd ên li ser “Qanûna Çarçoveyê” û wiha domand: “Di hevdîtina 24ê gulanê de jî li ser vê hevdîtin kir. Rêberê Gelê Kurd qanûnê wisa bi nav dike; asta yekemîn danîna çekan û sekinandina şer bû, asta duyemîn qanûnên aştî û azadî û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji bo ku derbasî asta duyemîn bibin divê garantî hebin û ev jî ‘Qanûna Çarçoveyê’ bi xwe be. Di 24ê gulanê de li ser ‘Qanûna Çarçoveyê’ lihevhatinek çêbûye. Ji bo ku ev lihevhatina li Îmraliyê bi pêş ketî di qanûnê de jî cihê xwe bibîne em hevdîtinan dikin û di nav hewldanan de ne.”
Qanûnek têr nake
Newroz Ûysal Aslan anî ziman ku “Qanûna Çarçoveyê” ji bo pêvajoya heyî destpêkek e û wiha pê de çû: “Gelê kurd bi salan e têkoşîna xwe didomîne. Qanûnek tenê têra daxwazên gelê kurd nake. Ev ne dawiya muzakereyê ye û weke hevpeymaneke giştî ye, ne jî ji bo aştiyê gava herî encamgir e. Em dikarin vê qanûnê weke bingehekê û mixatabiyê bi nav bikin. Naveroka qanûnê bi Rêber Abdûllah Ocalan re xal bi xal hatiye nîqaşkirin. Em wê naverokê dizanin. Dê AKP û MHP vê qanûnê bînin meclisê. Dan û standin, diyalog û muzakere hene. Li ser hin xalan hêj dan û standin hene.”
‘Divê statuya Ocalan qanûnî be’
Newroz Ûysal destnîşan kir ku daxwaza wan û gelek beşên civakê ya sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet Bahçelî ji bo statuya birêz Ocalan ‘Kordînatoriya Siyasîbûnê û Pêvajoya Aştiyê’ pêşniyar kiribû. Statuya wî û mafê hêviyê gelek hate nîqaşkirin. Heke mixatabên vê pêvajoyê di statuyê de bên bicihkirin mixatabê sereke Rêber Ocalan e. Divê ew jî bi cih bibe. Ev daxwazeke hiqûqî ye. DEM Partî kategorîzekirina qadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdî qebûl nake. Nayê wê wateyê ku di yek carê de her kes vegere. Divê qanûn bên çêkirin û lê bicihanîna wê dibe ku bi mehan bidome. Piştî vê qanûnê dê pêvajo bidome bigihîje astekê.”
‘Heta 6ê tebaxê dem heye’
Newroz Ûysal destnîşan kir ku heta ku “Qanûna Çarçoveyê” di meclisê re derbas nebe meclis nayê girtin û got: “Heta 6ê tebaxê ji bo xebitandina parlementoyê dema me heye. Em li bendê ne ku di vê hefteyê de qanûn bê komîsyonê û bê nîqaşkirin. Piştre derbasî lijneya giştî bibe. Li wê derê bê dengdan. Daxwaz ew e ku hemû partî tê de cih bigirin. Lihevhatineke giştî çêbibe. Li ser vê nîqaşên siyasî, hiqûqî û ji bo pejirandina civakê jî dê bibe minakek. Rêbaza pêvajoya qanûnê wiha ye; qanûn dê bi îmzayan, lihevhatina partiyan bê ba serokê parlementoyê. Serokê parlementoyê dê bişîne komîsyana dadê û li wir nîqaşê bikin. Piştî ji komîsyonê derbas bibe, dê bê lijneya giştî û bidin dengdanê. Dikarin bi hêsanî di hefteyekê de çareser bikin.”


