Şopên qirkirina Enfalê: 153 cenazeyên jin û zarokan piştî salan vedigerin

Cenazeyên 153 jin û zarokên ku di komkujiya Enfalê de hatibûn qetilkirin û ji gorên bikom ên Semaweyê hatin derxistin, piştî salan ji bo tespîtkirina nasnameyan vedigerînin Herêma Kurdistanê.

•
1 deqe xwendin
Şopên qirkirina Enfalê: 153 cenazeyên jin û zarokan piştî salan vedigerin

Rêveberiya Parastina Gorên Bikom û Windayan ya ser bi Saziya Şehîdan ragihand ku dê îro 153 cenazeyên qurbaniyên êrişên Enfalê veguhezin Herêma Kurdistanê.

Rêveberiyê diyar kir ku hemû cenazeyên ku bên vegerandin ji jin û zarokan pêk tên û ji gorên bikom ên li çola Semaweyê ye hatine derxistin.  Hat diyarkirin ku pêvajoya vekirin û derxistina cenazeyan bi hevkarî û koordînasyona Rêveberiya Bijîşkiya Dadî ya Iraqê birêve çûye û pêvajoya radestkirinê jî bi amadebûn û şopandina Şêwirmenda Serokkomarê Iraqê ya ji bo Karûbarên Windayan û Gorên Bikom Pervîn Nûrî ve pêk hatiye.

Biryare ku veguhestin û veşartina van cenazeyan ji bo Herêma Kurdistanê di qonaxa niha de bi awayekî demkî were pêkanîn. Ev yek jî heta ku test û lêkolînên zanistî û analîzên DNA li tiba edlî bi dawî dibin û nasnameya qurbaniyan were tespîtkirin. Piştî ku nasnameyên wan zelal bûn, merasîma veşartina wan a dawî dê were kirin û radestî malbatên wan werin kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de, Rêveberiyê tekez kir ku hewldanên wan ên ji bo dîtina gorên bikom ên nehatine dîtin, eşkerekirina çarenûsa windayan û parastina rûmeta qurbaniyan heta ku mafên malbatên wan bi temamî werin misogerkirin, berdewam bikin.