Sîpan Hemo: Dê şemala azadiyê ya Xebat her li ba bibe

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yê Karûbarên Herêma Rojhilat Semîr Elî Oso (Sîpan Hemo) bi boneya salvegera Şoreşa 19yê Tîrmehê Xebat Dêrik bi bîr anî û got “Em meşaleya azadiyê ya ku şehîd Xebat bilind kiriye, li ba bihêlin.”

•
1 deqe xwendin
Sîpan Hemo: Dê şemala azadiyê ya Xebat her li ba bibe

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê yê Karûbarên Herêma Rojhilat, Semîr Elî Oso (Sîpan Hemo) bi boneya salvegera Şoreşa 19yê Tîrmehê peyamek li ser hesabê xwe yê Xê weşand.

Semîr Elî Oso got “Bi boneya salvegera Şoreşa 19yê Tîrmehê em bi serbilindahî û wefadarî şehîd Xebat Dêrik bi bîr tînin. Şehîd Xebat Dêrik yek ji wan kesan e ku meşaleya azadiyê hilda û me jî bi kêfaxweş li kêleka wî ew meşale li ba kir. Meşaleya azadiyê ya ku wan ji şehîd Xebat Dêrik wergirtine dê li ba bimîne, bi hêztir û gûrtir bibe û dê mîsyona parastina gel, erd û rûmetê jî berdewam bikin.”