Sînemager Mûrat Çîçek hat veşartin
Senarîst û sînemager Mûrat Çîçek ku li Japonyayê li qereqolê bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.

Senarîst û sînemager Mûrat Çîçek, di 3yê tîrmehê de li Japonyayê di dema binçavkirinê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Mûrat Çîçek di 25ê hezîranê de li Japonyayê ji ber qezayeke trafîkê hatibû binçavkirin. Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Japonyayê piştî mirina Çîçek di 8ê tîrmehê de agahî dabû malbatê.
Cenazeyê Çîçek roja 17ê tîrmehê ji Japonyayê gihîşt Stenbolê û heman rojê jî şandibûn Wanê.
Otopsiya Mûrat Çîçek vê serê sibê li Wanê hat kirin û dû re ew birin Colemêrgê. Cenaze li goristana Taxa Nû ya li navenda bajêr bi merasîmeke girseyî hate veşartin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak, hevserok û rêveberên DEM Partî û DBP'ê, bi sedan kes tev li merasîma cenaze bûn.
Ji bo Mûrat Çîçek li mizgefta Taxa Nû şîn hat danîn û wê şîn 2 rojan dewam bike.


