Şîna şehîdên axa xwe

Di felsefeya apoyiyan de û di nav civaka kurdên welatparêz de ev tişt her û her wiha bû ku şehîd nemir in û yên her sal navê vê têkoşînê mezin dikirin û îro kirin ku nav, berxwedan û têkoşîna gelê Kurdistanê bi reng û dengê Jin Jiyan Azadiyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav dibû

•
1 deqe xwendin
Şîna şehîdên axa xwe

Bêrîvan Kayi

Ji 20ê mehê ve em kurd ji Amed, Wan, Mêrdîn, Gever,Cizîr, Kerboran û Nisêbînê heta Stenbolê cangoriyên ku ji bo azadiya gel û civaka xwe, ji bo pêşeroj û hebûna xwe, xwe fedakirî bibîr tînin. Şehadetên ku di dem û dîrokên cûda de ji aliyê Tevgera Azadiyê ve di 20ê Tebaxê de hat îlankirin, di destpêkê de mal bi mal bi malbatan re hat parvekirin û piştre li Amedê şîna 49 şehîdên axa xwe, hat dayîn; piştre bi dorê li Wan, Stenbol, Gever,  Cizîr û yek bi yek hê jî şîna cangoriyan tê dayîn û hema bêjin li her bajarekî di nav sê rojan de bi hezaran gel tê tev li şînê dibe.

Amediyan hembêza xwe ji wan re vekir

Di roja destpêkê ya li şîna cangoriyên Amedê de parka Koşûyolê bi hezaran kesan tiji dibû. Kûrsî û sendelyeyên heyî di navbera çend deqeyan de tije dibûn-vala dibûn û piştî xwendina fatîheyan careke din bi jin, ciwan û kesên ji bo şînê ji navçeyên Amedê û bajarên derdorê hatî, tije dibû. Serdanên ji bo şîna cangoriyan li Amedê qene tenê kêliyekê jî vala nema û amediyan êş, birîn û şewata dilê xwe bi têkoşîn, qehremantî û berxwedana cangoriyan şîna xwe girêdan.

Mahcubiyet û minnetdarî

Di çavê her amediyekî de, di rûyê her kesên hatî li Koşûyolû şîna xwe girêdayî de minnetdarî, û mahcubiyeteke ‘Ka em ê çawa li hember vê fedakirî, pêkrewanîyê li ser linga bisekinin! Em ê çawa ji bo vê berxwedana we ya bi dehan salan ku li ser çiyayên Kurdistanê, di berf, baran, bahoz, teyrok û germa qijilî de kirî re çawa bibin bersiv! 

‘Kezeba’ dayikekê di dilan de çikiya

Gelek dayik û ciwanên dema sersaxîya malbatê didan, li ber her maseyekê ku wêne û nasnameya şehîdan heyî, dayikan çavên şehidan maç dikir û bi gotina ‘Kezebbbb’ di kezeba me hemû girseya heyî de nav û dengê wan çikayî dima. Em yên li pişt dayikan jî di wê kêliyê de asê diman û di nava wêneyê ‘şehîd’ de hebûna me ya ku bi saya têkoşîn û berxwedana wan heyî de diqerisî li hember wê feraset û îradeya ji pola… 

Daxwaza Dayikên Aştiyê

Amedê 3 rojan himbêza xwe ji cangoriyên xwe re vekir û xwedî li şehîdên xwe derket, bi şîna di dilên xwe de bi taybetî Dayikên Aştiyê ku her yek ji wan 20 salan zêdetire ji bo aştî û pêşeroja civaka kurd li ber xwe dayî, li cihê taziyeyê li ber serê şehîdên xwe banga aştiyê dikir. û malbata her şehîdên li Parka Koşûyolê li ber şîna xwe aştî û pêşerojeke azad dixwaz dikirin. 

Her yek ji wan banga ji bo aştiyê kir

Ev peyam, ev gotin û daxwazên her dayikên aştî û malbatên şehîdan wisa gotin û hevokên qet ne hêsan in! Divê baş were famkirin ku ew ên nêzî 50 sal in di her şert û mercê de li serê çiyayê Kurdistanê, li kolanên bajarên Kurdistanê, li metropolên Tirkiye û Ewropayê têkoşiyayî, li gel wê êş û şîna di dilê wan de banga ji bo aştiyê kirin.

Piştî 3 rojên şîna ji bo pekrewanên li Amedê di roja duyemîn de em tev li 53 cangoriyên ji bo azadiya gel, civak û axa xwe, bûn. Ew reng, êş û şewata ji bo şehîdên ‘bê kêl û gorn’ û her wiha ew hesta serbilindiya bi berxwedana wan, li Wanê jî bilindtir dibû.

Navê şîna gerîllayan dibe şahî

Şîna ji bo cangoriyan li saloneke cihê dawetan de hatibû dayîn û ev yek bi xwe re ew hest û wateya dûaliya ‘şîn-şahî’ anî bîra me û baştir cihê xwe digirt. Belkî her yek ji wan malbatan di heman wê salona li taxê de tev li dawet û şahiyên zarokên xwe dibûn; bi hatina xebera şehadeta 53 cangoriyan êdî şîna xwe li heman cihî digirtin. Ji dîroka Tevgera Azadiyê em baş dizanin ku navê şehadeta gerîllayan bi heman awayî dibe şahî û daweta wan û dema dest hinekirina wan jî. 

Çîroka her yekî ji wan…

Li Şîna Wanê dema sînevizyona ku axaftina her 53 cangoriyan tê de heyî, destpê kir, dil, gurcik, hinav, rûh Û tevahiya hebûna girseyê dibû nav, deng, ken û strana li ser zimanê wan cangoriyan. Çîroka her yek şehîdekî dibû navê çîroka pêşeroja Kurdistanê, dibû çîroka hebûna yekî ji me…

Şehîd her nemir bûn

Piştî Amed û Wanê li Cizîr, Gever, Şirnex, Mêrdîn û hwd jî her qadeke şînê dibû cihê şîn û şahiya fedakarên gel û civaka xwe. Di felsefeya apoyiyan de û di nav civaka kurdên welatparêz de ev tişt her û her wiha bû ku şehîd nemir in û yên her sal navê vê têkoşînê mezin dikirin û îro kirin ku nav, berxwedan û têkoşîna gelê Kurdistanê bi reng û dengê Jin Jiyan Azadiyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav dibû.

Dema mezinkirina aştiyê ye

Di van rojên ku li her bajarekî Bakur nav û çîrokeke têkoşîna bi dehan cangoriyên Kurdistanê di hiş, mejî û dilê me de diçike, em yên ku ‘mayî’ ji îro wêde tir em ê çawa ji heqê ‘mayîn’a bi çîrokên têkoşîna cangoriyan tije bûyî re derkevin. Êdî ji vê kêliyê û şûn de divê em wê berxwedana wan a bi xwîn û xwêdana xwe avakirî, ji bo azadî û hebûna vê civakê ji bo aştiyeke mayînde û ji bo hê zêdetir dayik tenê kêliyekê jÎ nebêj in ‘Kezebbb’ mezintir bikin. Di van rojên ku aştî tê axaftin de divê em aştiya bi xwe re, bi civaka xwe re, bi çanda xwe û zimanê xwe re mezin bikin.