Şewata li gundên Semsûrê belav dibe
Şewata ku li gundên Semsûrê ji ber teqîna kana keviran derket her ku diçe belav dibe. Welatiyan anîn ziman ku agir gihişt tenişta gund û alîkarî xwestin.

Şewata ku di saetên êvarî de derket li gundên Fehrîkan, Dilkan, Mala Qasa û Mala Bawayê belav bû. Şewata ku bi ba re belav dibe, welatiyan dixe nava tirsê. Şewat her ku diçe nêzî xaniyên gundan dibe. Şêniyên herêmê bi derfetên xwe yên kêm mûdaxeleyî şewatê dike, lê ji ber berfirehiya alavên agir hewldan kêm dimînin. Şêniyên gundan diyar kirin ku pêwîstiya wan a herî zêde bi wesayîtên agirkujî û tankerên avê heye.
Banga seferberiyê û piştevaniyê
Welatiyan ji bo ku zerar û ziyan zêde nebe û kes neşewite banga seferberiyê kirin. Gundiyan bang li hemû saziyên peywendîdar kir û xwest bi lez mudaxaleyî agir bikin. Nehat zanîn ku agir ji ber çi derketiye.


