Serokwezîrê Iraqê çû Enqereyê

Serokwezîrê Iraqê ku çû Enqereyê wê bi rayedarên dewleta Tirkiyeyê re li ser mijarên aborî, ewlekarî û avê hevdîtinan bike.

•
1 deqe xwendin
Serokwezîrê Iraqê çû Enqereyê

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ji bo serdaneke fermî çû paytexta Tirkiye Enqereyê.

Ofîsa Serokwezaretiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Elî Zeydî gihîştiye Enqereyê û di çarçoveya serdanê de wê bi rayedarên tirk re mijarên ewlekarî, av û razemeniyê binirxîne.

Hate ragihandin ku herikîna petrol û enerjiyê, bazirganiya navbera herdu welatan û rewşa herêmî û navneteweyî mijarên di rojevê de ne.