Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

Serokê Partiya Yenîden Refahê yê Hezexê Sadûllah Yilmaz ji ber tundî li hember jina ku pê re zewiciye pêk anî, hat girtin.

•
1 deqe xwendin
Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê Serokê Partiya Yenîden Refanê Sadûllah Yilmaz li ser giliya jina ku pê re zewiciye, duh hatibû binçavkirin. Jina ku bi Sadûllah Yilmaz re zewiciye, di îfadeya xwe de diyar kir ku Sadûllah Yilmaz bi awayekî sîstematîk tundî li hemberî wê kiriye û li ser vê yekê rapora derbkirinê wergirtiye.

Sadûllah Yilmaz piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. 1emîn Dadgeha Cezayên Eslî ya Hezexê derbarê Sadûllah Yilmaz de bi sedema ‘bi awayek qestî birîndarkirinê’ biryara girtinê da.

Hate hînbûn ku Sadûllah Yilmaz birine Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.