Serokê Meclisê: Qanûna çarçoveyî dê hefteya pêş bê meclisê
Serokê Meclisa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş diyar kir ku qanûna çarçoveyî dê hefteyê pêş bê meclisê û ew hevî dikin li ser lihevkirinê pêşnûmeyek bê amadekirin.

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ku tevlî bernameya Şampiyonên Stenbolê yên YSKê ya 2026an bû, tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk diyar kir ku qanûna çarçoveyî dê hefteya pêş bê meclisê û got: “Em hêvî dikin ew qanûn li ser lihevkirina partiyên siyasî bibe. Piştre jî bibe qanûn û em ê gaveke girîng li pey xwe bihêlin.”


