Serlêdana ji bo tehliyeya M. Saît Yildirim hat redkirin
Serlêdana ji bo tehliyeya girtiyê nexweş ê giran Mehmet Saît Yildirim, ji aliyê 2yemîn Dadgeha Înfazê ya Îzmîrê ve bi îdiaya ‘nebaşhaliytê’ hat redkirin.

Mehmet Saît Yildirim ê nexweşê giran ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, dihat payîn ku di 27ê sibata 2025an de bihata berdan.
Tehliyeya Yildirim bi biryara Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya girtîgehê hat astengkirin.
Yildirim, di civîna dawî ya lijneyê de ku di 24ê tebaxê de tevli bû, piştî gengeşiyê, krîza dil derbas kir. Yildirim ê ku rakirin nexweşxaneyê, anjiyo bû û stent di dilê wî de hat biihkirin. Piştî tedawiya 4 rojan Yildirim dîsa birin girtîgehê.
Parêzera Yildirim Fatma Demîrer, li dijî biryara desteyê ya ku di 24ê tebaxê de hatibû dayîn serlêdana îtirazê kir.
2yemîn Dadgeha Înfazê ya Îzmîrê ku serlêdana îtirazê nirxand, di 3yê îlonê de biryara redkirinê da. Wekî hincet jî hat diyarikirin ku biryara Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya ku dibêje ‘ne di halê baş de ye’ û ‘ji bo 3 mehan were çavdêrkirin’ li gorî rêbaz û qanûnê ye.
Dadgehê her wiha biryara Lijneya Îdarî û Çavdêriyê hincet nîşan da ku tê de van îdiayan cih digire: ‘Daxuyaniyên ku xwedî li îdeolojiya rêxistinê derdikevin daye, ji ramana rêxistinî veneqetiya ye, pêvajoya çavdêriyê ya li ser xwe dîsa bi ramana rêxistinî wekî 'dîlgirtiyê siyasî' pênase kiriye, ew qenaet çêbûye ku heke bê berdan dê têkiliya xwe ya bi rêxistinê re berdewam bike, di tevger û helwestên hukumxwar de di dema çavdêriyê de tu geşedana erênî ya ku poşmaniya wî bîne ziman nehatiye dîtin, di şêwazê fehmkirina sûc û hesta empatiyê ya li hemberî mexdûr de tu guherîn çênebûye.’


