Şerê baskên PDKê li Dihokê mezin dibe

Li parêzgeha Dihokê nakokiyên di navbera her du baskên sereke yên PDKê de her ku diçe kûrtir dibin û di nav agirê van nakokiyan de kadroyên wê dibin qurbaniyên sereke.

•
1 deqe xwendin
Şerê baskên PDKê li Dihokê mezin dibe

Nakokiyên navxweyî yên PDKê li parêzgeha Dihokê kûrtir û berfirehtir dibin. Vê carê, agirê nakokiyan kadroyên partiyê dişewitîne. Di vê çarçoveyê de, kadroyekî payebilind yê PDKê hat revandin û piştre jî bi awayek birîndar avêtin derveyî bajêr. Xizmên wî li ser vê dozê daxuyanî dan çapemeniyê. Li gorî nûçeya Rojnewsê duh hêzeke çekdar a rûgirtî ya PDKê du bi wesayîtan û bi cilên reş ên taybet yên Dezgeha Dijî Terorê, rê li wesayîta Cemal Doskî, ku kadroyekî Liqa 1 a PDKê, girtin. Çekdaran destpêkê bi navê hêzek fermî xwe nîşan dan. Lê paşê bi lêdanê, bi zebra çekan û bi çavên girtî ew birine baregeha Liqa 1 a PDKê ya Dihokê.

Piştre çekdaran di odeyên girtî yên Liqa 1 de îşkenceyek giran li wî kirin û birîndar kirin. Piştî çend saetên îşkenceyê, ew birin û avêtin derveyî bajêr. Eger Cemal Doskî ku kurê kadroyê PDKê, bûyer di civîneke çapemeniyê de eşkere kir û got ku hêzên ewlehiyê cilên dijî terorê li xwe kiribûn û bavê wî bi du wesayîtan bi fermana rasterast a Weysî Barzanî revandin. Eger Cemal anî ziman ku çekdaran ne tenê gef li bavê wî xwarin ku bikujin, rasterast gef li hemû endamên malbata wî û heta zarokên wî jî xwarin ku eger ew dengê xwe derxin, wêran bikin û bikujin.

Medyaya fermî, malper û hesabên siberên PDKê bûyerê weke pirsgirêkek civakî û erd nîşan didin. Lê belê, xizmên Cemal Doskî ev gotegot red kirin û gotin: “Me bi kesî re pirsgirêkên civakî tune ne. Berevajî vê, bavên me di nav PDKê de rastî nakokiyên siyasî yên navxweyî hatine.”

Li gorî agahiyên nûçegihanê ajansa me ji çavkaniye taybet bidest xistine, tê gotin ku bûyer rasterast bi şerê kûr ya desthilatdariyê ya di navbera baskê Mesrûr Barzanî û baskê Nêçîrvan Barzanî ve girêdayî ye. Ji ber ku Cemal Doskî kadroyekî nêzîkî baskê Nêçîrvan Barzanî ye.

Li gorî agahiyan, Cemal Doskî ji ber ku berê çend caran rexne li karê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kabîneya Mesrûr Barzanî kiribû, hatiye revandin.

Revandin û îşkencekirina vî kadroyê PDKê ji aliyê hêzeke taybet ve nîşaneke eşkere ye ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya tirsandin û jiholêrakirina hemû deng û kesayetên baskê dijber li herêma Behdînanê.

Têkildarî bûyerê, heta niha dezgehên ewlehiyê yên Dihokê Ajansên ewlehiyê daxuyaniyek fermî nedane.