Serdema nû ya perwerdehiya KURDÎGEHê dest pê dike

Mamosteyê KURDÎGEHê Şevket Acar diyar kir ku serdema nû ya perwerdehiya zimanê Kurdî a komleyê dest pê dike.

•
1 deqe xwendin
Serdema nû ya perwerdehiya KURDÎGEHê dest pê dike

Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) weke komeleyeke ziman, çand û hunerê ev nêzikî 3 sal in li Wanê xebatên xwe didomîne. Komale, zêdetir li ser zaravayê zimanê kurdî û ji bo zaravayan ji asta destpêke heta asta mamostetiyê perwerdehiyê dide xwendekaran. Her sal di navbera 250 û 500 kes di van polan de mezûn dibin û komele ji bo zimanê dayikê li pêş bikeve xebatan dike. Serlêdanên perwerdehiya atolyeyên ziman meha Îlonê dest pê kir û di nav salê de jî kesên dixwazin perwedehiya zimanê Kurdi bibînin dikarin serlêdanê bikin.

Mamosteyê KURDÎGEHê Şevket Acar derbarê kar û xebatên komeleyê de ji Ajansa Welat re axivî.

Şevket Acar bal kişand ser kar û xebatên KURDÎGEHê û da zanîn ku komele wek berdewamiya komaleyên ziman ên mina KURDÎ-DERê kar û barên zimanê Kurdî dike. Şevket Acar diyar kir ku ji bilî perwerdehiya zimanê Kurdî ew bi panel, çalakî û bernameyan gelek xebatên ziman dikin û wiha got: “Her dem em li dijî polîtikayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî nerazibûna xwe tînin ziman. Di KURDÎGEHê de polên ku ji bo yên qet kurdî nizan in bigre heta asta maostetiyê polên me hene. Em ji bo perwerdehiyeke zelal bidin di van polan de xebateke mezin dimeşînin. Perwerdehî piranî li ser zaravayê kurmancî tê dayîn. Ji ber ku li bajarê Wanê kesên zaravaya Dimilkî diaxivin kêm in perwerdehî piranî li ser zaravayê kurmancî ye. Heke daxwaz çêbibin em amadene ku perwerdehiya Dimilkî jî bidin.”