Şer li dijî Kurdistanê ye

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Behzad Pîrmûsa li ser operasyon û şerê Tirkiye ku bi hevkariya PDK’ê li herema Zap, Metîna û Avaşînê dimeşine nirxand.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Behzad Pîrmûsa li ser operasyon û şerê Tirkiye ku bi hevkariya PDK’ê li herema Zap, Metîna û Avaşînê dimeşine nirxand. Pîrmûsa anî ziman ku Tirkiye ji şerê cîhanê heta niha li dijî destkeftiyên kurdan e û wiha got: “Piştî serhildana 1991’ê li başûrê Kurdistanê rêveberiyek defakto pêk hat. Lê Tirkiye hêj wê demê li dijî statuya kurdan derket. Hikûmeta Erdogan piştî bihara ereban ket pey fikra Osmaniya Nû. Ji bo bigihêje vê armanca xwe tenê PKK’ê li pêş xwe asteng dibîne. Ev şer ne tenê li dijî PKK’ê ye. Ev şer li dijî çar parçeyên Kurdistanê yên azadiyê dixwazin e. 4 sal berê partiyek kurdan a li Başûr di operasyona Zînî Vertê de rê li pêş vê operasyonê vekir. Em wekî KNK’ê çûn başûrê Kurdistanê û me bi partiya herêmê re hevdîtin kir. Me xwest hêzên siyasî destûrê nedin ku kurd şerê kurdan bikin. Ev hewldana me di nava rêxistinên civakî û partiyên din de erênî hat dîtin. Lê mixabin ev hewldana me ji aliyê PDK’ê ve neyînî hat dîtin. Bersivek neyînî dan me.